Rewşa xelkê Rojavayê Kurdistanê pir xerab e

Serokê ENKSê Îbrahîm Biro dibêje ev zêdetirî 5 salan e ku li Sûriyê şer destpê kiriye lê PYDê nikariye destkeftan ji kurdan re bidest bîne û tenê neyarên kurdan zêde kirine û herwiha berbestan ji ENKSê re derdixe û rê li kar û xebata me digire.Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê ne baş e û di dema dawî de îdareya PYDê zêdetir berbest li pêşiya kar û xebata ENKSê derdixist, ew jî bi riya girtina serkirdeyên wan û girtina ofîsan û rêgirtina li çalakiyan.”Biro wiha got: “Rewşa xelkê Rojavayê Kurdistanê pir xerab e ji ber ku îdareya PYDê nikariye pêdviyên xelkê peyda bike, ew jî ji ber ku pêşwendiyên Rojava ligel hemû aliyan têk daye wek Herêma Kurdistanê û Tirkiye û opozisyona Sûriyê jî û gellek neyar ji me re dirust kiriye.”Serokê ENKSê wiha doman: “Ev zêdetirî 5 salan e ku li Sûriyê şer destpê kiriye lê PYDê nikariye destkeftan ji kurdan re bidest bîne lê em wek ENKSê berdewam in li ser karên xwe, lê li nava Rojavayê Kurdistanê hêza me ya çekdarî tune ye û pêşmergeyên Rojava li hêviya rêkeftinekê ne ku biçin Rojava.” 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: