CivakPolîtîk

Veqetandina Kerkûkê ji Kurdistanê xeta sor e

Civîna PDKê û YNKê bi dawî bû û di daxuyaniyê de îşaret bi rêkeftina navbera her du aliyan de ya stratejîk hat kirin û heman demê de teqez kirina Kurdistanî bûna Kerkûkê.
Piştî hevdîtina şandên YNKê û PDKê civîneke çapemeniyê hate pêkanîn û bi navê her du aliyan endamê polît bûroya YNKê Rizgar Elî û endamê polît bûroya PDKê Mehmûd Mihemed daxuyaniyek dan.
Di civîna çapemeniyê de endamê polît bûroya PDKê Mehmûd Mihemed got: ‘’Tu pirsên me ji YNKê tuneye, ji ber ku rêkeftineke stratejîk di navbera me de heye û di vê rêkeftinê de gelek xal hene ku pêwîste li ser gotûbêjên berdewam bêne kirin.’’
Heman demê de endamê polît bûroya YNKê Rizgar Elî jî diyar kir: ‘’Civîna meaşkera bû, babetên ku pêwîstbûn ji aliyên her du aliyan de nêrîn li ser hatin dayîn û ev tê wateya her du partiyane xemxorê Kurdistanê ne û bi berpirsyarî li pêşeroja Herêma Kurdistanê dinêre.’’
Derbarê pirsa Kerkûkê de jî PDK û YNKê teqezî li Kurdistanî bûna parêzgeha Kerkûkê kirin û dibêjin, li ser herêm kirina Kerkûk û cudakirina ji Herêma Kurdistanê xeta sor e û nayê qebûl kirin. Derbarê çalak kirina parlamentoyê
de jî Rizgar Elî got: ‘’Parlamento saziyeke yasayî ye û li gor me berî her tiştekî divê parlamento bê çalak kirin û pirsên giring ên taybet herêmê li parlamentoyê bên çareser kirin.
Back to top button