PKK bi rêya Berhem Saleh çû Şamê

PKK bi rêya Berhem Saleh çû Şamê

Biryara  serokê Emrîkayê ya ji nişkave ku hêzên xwe ji rojavayê Kurdistanê û bakurê Suriyê vekişîne gelek minaqeşe, senaryo û îhtîmal bi xwera anîn û hemû aliyên peywendîdar ketin nav liv û tevgera ka çawa wê valahiya ji encama vekişîna leşkerê Emrîkî çê dibe, tjî bikin.

Suriya xwe li hemebir vê biryarê bê deng kiriye, Rusya li benda wê rojê ye heta hemû leşkerê Emrîkî derdikeve, erebên hevalbendên Emrîkayê li rojhelatê Firatê ketine nav tirsê, kurd hest bi xiyanetê dikin, Tehran pê kêfixweşe, Parîs, London û Berlîn ji ber biryara Emrîkayê ecêbmayî mane.

Diplomatkar û fermandarên leşkerî yên Emrîka û Tirkyê dê roja  8ê çileya paşîn li Washingtonê   bicivin û dê di wê civînê de behsa ka çewa ew valahiya ji vekişîna leşkerê Emrîkî çêdibe tijî bikin û çewa tuxîbê navbera Suriyê û Tirkiyê biparêzin.

Di wê civînê de, dê dû senaryo bêne minaqeşe kirin:

Bi navbeynya serokê Iraqê Berhem Saleh û serkirdeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Qendîlê biçin Silêmaniyê û ji wêrê biçin  Şamê û digel berpirsên hikumeta Suriyê  têkeliyên xwe vegerînin bo dema berê. Dema ji berî derixistna Abdullah Ocalan ji Suriyê,   leşekrê Suriye vegere ser tuxîbê navbera Suriyê- Tirkiyê û Iraqê û kontrola hemû xalên ser wan sinoran bike û alaya Suryê li hemû deverê di gel rojhelata Firatê bilind bikin.

Yek ji wan senaryoyên din  ewe ku 20 heta 30 kîlometreyan bakurê Suriyê di gel tuxîbê Tirkiyê li devera Cerablis û sêguşeya Tirkî-Surî-Iraqê bê temîn kirin.

Ew xalên kuntrolê yên leşkerê Emrîkî di gel şervanên yekîneyên parastina gel (YPG)  li Girê Sipî, Kobanê û Serê Kaniyê danane bihên rakirin û şervanên YPGê ji wan deveran bihên dûrxistin û Pêşmergeyên Roj li wan xalan bêhêt bicih kirin.

Çekdarên eşîrên ereban  li bakurê Helebê û  rojavayê Firatê belav bibin û li wan deveran şerê  DAÎŞê bikin û çekdarên ereb li bajarên Reqa û Tebqê zêdetir rol û giranya xwe hebe.

Bi vî awayî terazûya demografya deverê tê guhertin.

Li gor rojnameyê dê serokê tevgera siberojê, Ehmed Cerba, rolek mezin bigêre û dê berdewam serdana Hewlêr û Enqereyê bike daku ew sariya navebra wan da heyî nemîne û li ser mesela Suriyê bi hev re kar bikin.

Weke tê zanîn roja çarşema borî, serokê Emrîkayê, Trump, biryara vekşîna leşkerê Emerîkayê ji bakurê Suriyê da û li gor wê biryarê di nava 60 rojan da dê leşkerê Emrîkî, dû hezar serbaz, bi temamî ji Suriye vekşin.

Tirkîy 822 kîlometir tuxîb di gel Suriyê heye. Piştî biryara serokê Emerîkayê, Tirkyê yekser hêzên xwe li ser tixêbê Suriye kom kirin ku êrîşê bike, lê li ser daxwaza Emrîkayê ew êrîş paşxistye.

Amadekrin: Nesret Haci

Rojnama rojane ya Ûerk El Ewsat

Nerîna min :