Piştî prosesa serlidana welatê Swêd û Finlandiya ya NATOyê, PKK ji bo Swêd nebe endamê NATO li paytextê Swêd li Stockholm çalakiya dike. Tirkiye wek endamek NATO xwe amade dike ku endametiya Swêd û Finlandiya veto bike. Hingê ev pêvajo gelekî dirêj dibe.
Tirkiye dibêje ku, Swêd û Finlandiya “terorista” dihewîne û wan radestî Tirkiye nake.Lê di rastiya xwe de ev yek ji bo Tirkiye bûye mebestek ku bikaribe hinek tiştan li Amerika û van welatan bide qebûl kirin.
Lê ji aliyek din PKK ji bo daxwaziya Tirkiye bi cih werê li Stockholm çalakiyan dike û bi van çalakiyan destê hukumeta Tirkiye li himber Swêd bi hêz dike. PKKê bi prejeksiyonê nivisek li ser dîwarê şeredariya Stockholmê nivîsan û dibêje: “Ne li nav çiya li me bigere em li hemû derîne”
Li ser bûyer û çalakiyên PKK li Swêd dike, wezira derve ya Swêd Ann Linde daxûyaniyek li ser hesabê Xwe yê Twitterê belav kir. Linde dibêje: “ Peyam û dîmenên ku ?? piştgiriya PKKê dike belav dibin. Ev kampanyayek bandorek bi zanebûn û xerab e. Swêd PKKya rêxistina terorê bi eşkere şermezar kir û Swêd jî terorê bi hemû awayên wê şermezar dike.