PolîtîkRojev

Binpêkirina serweriya Kurdistan û Iraqê metirsîdar e

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê şermezar kir.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, binpêkirina serweriya Kurdistanê û Iraqê her ku diçe zêde dibe.

Wî eşkere kir: Tevî nerazîbûn û şermezarkirina van kiryaran ji aliyê her welat û aliyekî ve, lê êdî nema dikare tenê bi daxuyaniyan; em protesto bikin û li benda êrîşeke din bin. Divê hikûmeta Iraqa Federal roleke cidî bigire ser milê xwe û bi diyalogê sînorekê ji binpêkirina serweriya welatê me re deyne.

Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê got: “Em bang li welatên cîran û dostên xwe dikin ku rêzê li taybetmendiya Herêma Kurdistanê bigirin û êdî jiyana welatiyên Kurd nexin metirsiyê.

Back to top button