DosyaNivîsar

PKK an HDP be, her du jî îroj Ji bo Kurdan tu desthilatîyê naxwazin

Dr.Ekrem Onen persiva Rojevakurd dide û dibêje: Ev Şer gelek tehrîbatên mezin anî bakurê Kurdistanê û di encam de Kurdan tu tişt bi dest ne xistin.Pirs:Li Bakurê Kurdistanê piştî pêvajoya ”çareseriyê” têkçû, şerek dijwar dest pê kir.Gelo berjewendî û zerera tevgera kurd û gelê kurd li Kurdistana Bakur di vî şerî de çîye?Ji bo sekinandina vî şerî pêwistî bi çi heye?Di baweriya we de cardin pêvajoyek bi navê çareseriyê dikare dest pê bike? Eger dest pê bike  dê çewa be? Bersiva Dr. Ekrem Onen:


Gelek spas ji bo pirsên we min hinekî bi derengî bersîvda, biborînin ji ber semînarûma li ser Genosîd û Surgûna Kurdan hebû ez pê ve mijûl bûm, ji ber wê hinekî bi, derengî ket.

  1. Di rastîya xwe de ev 36 sal şerê dimeşe çi berya berya protsesa çareserîyê û çi piştî têkçûna protsesa çareserîyê her ne di berjewendîyê gelê Kurd de bû. Encamê vî şerî li ortêye. Xerakirin û şewitandina 4000 hezar gundên Kurdistanê, surgûn kirina 3.500000 Kurd, di van demên dawî de xerakirina gelek bajarên Kurdistanê wek Şirnex, Cizîr,Nisêbîn. Dêrik, Farqîn û gelekî din. Bi hezaran Kurd di malên xwede hatin Kuştin, her weha bi 10 hezaran cardin Surgûn bûn, di encamê şer de zêdeyî 30 hezar Keçû Xortên Kurd şehîd ketin. Ev Şer gelek tehrîbatên mezin anî bakurê Kurdistanê û di encam de Kurdan tu tişt bi dest ne xistin.

 

  1. Bi ya min ev şer zehmete bi sekine ji ber ev şer ne Kurda dest pê kir û ne Kurd dikarin bisekinînin. Divê Kurd rasyonel tev bigerin û li gor rastiya heye siyasetê bikin ne ku wek dilê wan dixwaze. Siyaseta rasyonel ewe wek min li jor got ku ev şer Kurd nakarin bisekinînin. Ewê ku dest pê kirin heta ew ne sekinînin an jî hinek dewletên mezin wek Rûsya an DYA mudaxele bike dikarin şer bisekinînin û Kurdan ji vê belayê rizgar bikin an divê Kurd xwe li gor vê rewşê amade bikin.
  2. Ez bi xwe gelek caran fam nakim çareserî wê di nav kê û kê dest pê bike. Ji xwe dewlet eşkereye terefeke Lê terefê din wê ki be ? Heger PKK an HDP be, her du jî îroj Ji bo Kurdan tu desthilatîyê naxwazin. Ji bo çareserî bibe dibê him proja dewletê hebe her weha proja terefê li ser navê Kurdan ku wê bi dewletê re guft û go bike jî hebe. Îroj tu projê herdu alîyan jî nîne. Pirsa Kurd li bakurêKurdistanê pirsa milletekî ku daxwaza azadîyê dike. Pirs ne pirsa PKK an partîyak dine. Pirsa Kurd pirsa mıllî Siyasî ye ev pirs berya PKK jî hebû. Heta ev pirs bi adilane çareser nebe tu çareserîyek daîmî çênabe.

              Dr.Ekrem Onen  

Back to top button