PJAK li Rojhilatê Kurdistanê sîxurî bo rejîma Îranê dike

PJAKê jî wekî PYD ê ji bilî xwe tu hêzên Kurdî qebûl nakin û dixwazin astengan li pêşîya xebat û çalakîyên partîyên din bigirin ” Ciwanên Kurd bi menasibeta Salvegera Şehîd kirina Dr Qasimlo û Salvegera Damezrana Tevgera Araratê li gelek herîmên Rojhilatê Kurdistanê çalakî birêve birin.

Her wesa dixwazin ji bo 17ê Îlonê Salvegera Şehîd kirina Dr Sadiq Şerefkendî bi çalakî li darbixin, lê li herîma Qotûrê endam û layangerên PJAKê hereîşe li Tevgera Ciwanên Araratê dikin û dibêjin “Eger hûn  li herêmê xebatên xwe berdewam bikin em navê we bidin Îtlahata Rijîmê.“

Em endam û layangerên PJAKê hişîyar dikin Rojhilat ne wekî Rojava ye ,Em zarok û neveyên Simko, Qazî ,Dr Qasimlo,Dr Şerefkendî û Fûd Mestefa Sûltanî ne û xwedî dehan hezar Şehîd û sed sal xebatin li Rojhilatê Kurdistanê.

BJÎ KURD Û KURDISTAN

14/09/2014

Tevgera Ciwanên Araratê

Nêrînek

  1. Xwedê ji we razi nebe, tishtek wilo binivîsin ku pêkenîna guran pê neye. Mixabin ji bo we u ew kesê ku baweriye bi nivîa bêserûber bike. Gelo ma hun xelkê Kurd çi dihesibînin an hun bixwe hin gêjin bûyeran nasenginin

  2. Raste , berê Pjak li gel Rijîma Îranê şer dikir lê slala 2011 an pêkhatin û gelk Çiyayên bilind ên stratejîk wekî Çiyayê Casûsan teslîma pasdarên Îranê kir.\r\nÇiyayê Casûsan dikeve bakurê bajarê Qeladizê û beşekî girîng û stratejîk ê zincîre çiyayê Qendîl e, niha Pasdarên Îranê lê ne.

Nerîna min :