Nivîsar

Mafê Kurdaye ku dewletek serbixwe ragihînin

Nivîskar û Rojnamevana Tirk Ayşe Hur di nivîsa xwe ya îro de di derbarê rewşa Tirkiye û pirsa Kurd de nirxandinek dirêj dike.

Hur bi awayek dîrokî behsa pêwendiyên Tirkiye û Kurdistanê û herweha behsa pêwendiyên Kurdan û Tirkan ji dema Osmaniyan heta roja me dike.

Ayşe Hur dibêje tevgera yekem ya ku rihê netewiyetê û daxwaza dewletek Kurdî  heyî sala 1847ê serhildana Mîrê Botan û piştre jî 1880ê serhildana Şex Ubeydullah bû.

Hur behsa destpêka sedsala 19ê û tevgera kurd jî dike.

Hur dema behsa avakirina Cumhuriyetê dike behsa xalek gelek girîng dike û dibêje:1919-1923ê Mustafa Kemal çend cara soz dan Kurdan.Wek minak behiza 1919ê di protokola Amasya de, 1923ê konferansa çapemeniya Îzmitê de vekirî û herweha destûra sala 1921ê de hati amadekirin de bi awayekî behsa pirsa Kurd dike.

Hur dibêje ji bo van sozan jî Kurdên sunî û şafiî ruxandina sultanên osmaniyan qebûl kirin û milê xwe dan Mustafa Kemal û hevalên wî.

Hur dibêje: Heta îmzekirina paymana Lozanê Tirk û Kurdan li gel hev kar kirin.Piştî peyman hate îmze kirin rewş hate guhertin.

Bi Kurtahî Hur beha sedeqeda Kurdan ji rejima Tirkiye û herweha behsa ne duristiya rejimên Tirkiye taybetî rejima Kemalist di derbarê pirsa Kurd de dike.

Hur behsa roja mej î dike û dibêje:
Îro li Rojhilata Navîn îhtimala ku xeriteyek nû bê çêkirin derketiye holê. Hinek dibêjin ku ev şansê dawî yê kurdane ku dewletek netewî ava bikin.Lê hinek vê serguhê xwere tavêjin û sabote dikin.
Ez bi xwe wek kesayetek bawer dikim ku; sistema dewleta netewî xirê ji kesekîre nayne, ez dixwazim em di çîhanek bê sinor de di nav aşitiyê de bijîn.

Hur berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Lê Dewletbûna netewî ji salên 1648ê pê ve tê parastin.Dewletên wek Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê mixabin nekarîn demokrasiyekî ava bikin.Di cîhanê de milletê herê mezin yê bê dewlet Kurdin. Ji bo vê ez daxwaziya Kurdan ya avakirina dewletek serbixwe ya Kurdî heta dawiyê meşru dibînim.

Ayşe Hur

(Internethaber)

Werger: Rojeva Kurd

 

Back to top button