Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan behsa parçebûna Kurdistanê kir got: Kurdên her du aliyan bi xetekê ji hevdû hatine veqetandin.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan di serdana xwe ya li Bexdayê li gel serokomarû Iraqê û serokwezîrû Iraqê civiya.
Mesûd Pizîşkiyan îro jî li Hewlêrê li balafirxaneya navdewletî ji aliyê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Mesûd Pizîşkiyan di derbarû serdana xwe ya Herêma Kurdistanê ji “Malpera Dr. Pizîşkiyan” re axivî.
“Em birayên hevdû ne”
Pizîşkiyan amaje bi Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê kir û wiha got:
“Li her du aliyên sînor şêniyên me yên Kurd hene. Em hemû wekî hevdû ne. Tenê xetek kişandine û ew ji hevdû veqetandine da ku şer durist bikin.
Şerê me nîne û em di peywendiyê de ne. Belûcên vî alî û Belûcên wî alî jî bi hev re di pêwendiyê de ne. Em bi hev re birayên hevdû ne. “
Di berdewamiyê de Mesûd Pizîşkiyan behsa pêwendiyên Îranê yên bi welatên cîran re kir û wiha got:
“Di navbera me û cîranên me de pêwendiyên mervantiyê hene û nabe ew li ber çavan neyê girtin.
Ev derfetek e û em dikarin vê ji bo geşepêdana pêwendiyan bikar bînîn wê demê dê jiyana xelkê me yê her du aliyan jî ber bi başiyê ve biçin.”
Pizîşkiyan li ser pêwendiyan û dîplomasiyê wiha axivî:
“Bi awayekî rast ê bikaranîna derfetan, aborî dê mezintir bibe, hêza civakî û siyasî dê zêdetir bibe, tecrûbe dê werin veguheztin û siyaset dê bêne hevrêz kirin.
Em dikarin sûdê ji wan derfetan werbigirin û ev yek dikare bandorê li rewşa xelkê her du aliyên sînor bike.”