Daxuyaniya Serokê Giştî yê HUDA PARê di derbarê Narîn Gûran de..
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu di der barê îdiayên pirsa kuştina Narîn Gûrana 8 salî de daxuyanî da.
Di der barê malbata Gûran de gelek îdia hatin kirin ku yek ji wan HUDA-PAR û alîgirên Hîzbullahê ye.
Yapicioglu di bernameya “Meydana Taksîmê” ya ku Gûrkan Hacîr di kanala televîzyona 100 de pêşkêş dike de axivî û destnîşan kir ku tu têkiliya malbata Gûran û partiya wan tune.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu di daxuyaniya xwe ya derbarê mijarê de wiha got:
“Îdîayên belav bûne ku mamê girtî Serokê berê yê navçeyê yê HUDA PARê ye. Bi qasî ku em dikarin diyar bikin ev yek ji aliyê malpereke nûçeyan a bi zimanê Tirkî ya ji Îsraîlê ve hatiye belavkirin. Li gelek gundên Amedê nûnerên me yên gundan hene, lê li wî gundî nûnertiya me û endamekî me nîne. Li gel vê jî yên ku belav dikin bi zanebûn belav dikin. Ji malbata Güran kesek ji partiya me nîn e. Ez qet neçûme wî gundî. Partiya ku di hilbijartinên 2014 û 2015’an de dengên herî zêde bi dest xistin, partiyên berê yên Partiya DEM’ê ya îro ne. AK Partî di sala 2018an de bû partiya yekem, di hilbijartinên 2023an de İYİ Partî bû partiya yekem û di hilbijartinên herêmî de jî AK Partî bû partiya yekem.
Kujerê vê keça me dibe endamê her partiyê be. Di her partiyê de yekî perîşan an jî qatil heye. Ev rewş hewce nake ku ew partî were tawanbar kirin. Ez careke din bibêjim, ti têkiliya me bi vê malbatê re nîne. “Ez naxwazim navê partiyê bînim ziman, lê yek ji mezinên vê malbatê berpirsekî yek ji partiyên Vîzyona Niştimanî bû.”