Polîtîk

Pizijkiyan: Ez û Mesud Barzanî li Mahabatê ji dayîk bûne û navê me herduka jî Mesud e..!

Serokomarê Îsranê Mesud Pizijkiyan dibêje: Mesud Barzanî li Îranê bajarê Mahabatê ji dayîk bûye. Ez jî li Mahabatê ji dayîkbşme. Navê wî Mesud e û navê min jî Mesud e. Bûyerek balkêşe.

Mesûd Pizişkiyan Serokomarê İranê, roja 16-09-2024, di yekemîn civîna çapemeniyê ya piştî ku, piştî wek serokomarê Îranê destkarkirî , bersiva pirsên rojnamevanan da û behsa pêwendiyên navbera Îran û Herêma Kurdistanê jî kir.

Bersiva pirsekî de got:”Me dikaribû pir bi rehetî hevdîtin pêkanîbûna. Di navbera me de şerek bê fêde çêkirin. Li wir hin kesan çekdar dikin da ku werin vir û vir de şer çêkin.”

“Ew [Herêma Kurdistanê] diçin asayîşa me diparêzin, em jî asayîşa wan diparêzin. Emê peywendiyên xwe sererast bikin, peywendiyên xwe yên aborî baştir bikin û di hemû waran de alîkariya hev bikin.”

“Amerîka dixwaze ku em bi hev re şer bikin, lê eger em biaqil bin em şer nakin.”

Mesûd Pizişkiyan ku di Tîrmeha îsal de wek serokomarê Îranê hatibû hilbijartin, li ser vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Çarşemê serdana Bexdayê û roja pêncşemê jî serdana Herêma Kurdistanê kir.

Pizişkiyan li Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezîran civiya û piştre jî ligel Serok Barzanî civiya. Li Hewlêrê bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî ligel aliyên siyasî û kesayetiyên olî civiya.

Serokê Kurdistanê Mesûd Bazranî di 16ê Tebaxa 1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Pizişkiyan jî, ku bi eslê xwe tirk e, di 29ê Îlonê de li Mahabatê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Mehabadê xwendiye û bi kurdî baş dizane.

Back to top button