Polîtîk
Nêçîrvan Barzanî li Akrê bû
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî îro li bajarê Akrê li gelç endamçberpirs û xelek Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civiya.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa kar û erkên PDK û rêxistinên wê yên li Akrê û Berderaş û navçeyên derdora wê hatiye kirin, “Hêzên amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser çalakiyên kadro û rêxistinan ji bo serxistina hilbijartinan hat kirin.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de li ser çanda pêkvejiyan û hevdu qebûlkirinê, rol, hebûn û pêgeha herêmê di şoreş û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê de, balkişand li ser girîngiya pêkanîna helmeteke medenî ya aştiyane..