Lahur bala Bafil dikşîne..!
YNK, hêza komando ya ku hêzeke ser bi yekîneyên 70 yên YNKê ye û çek û mûçe û pêwîstiyên xwe li Hikûmeta Herêma Kurdstanê werdigre, ji bo tirsandina wan lîsteyan bikartîne ku di helbijartinê de milmilanyê li gel wan dikin.
Duh 15.09.2024ê li nahyeya Rizgarî ya ser bi qeza Kelar a navenda îdareya Germiyanê, şer û pevçûn di navbera hejmarek kesên ku xwe wek kesên sivîl û endamên YNKê nasandin û li gel hejmarek kesên ser bi Lahur Cengî de derket û ji ber wê jî kesekî ku piştre aşkera bû çekdarê hêza komando ya YNKê ye birîndar bû.
Vê derbarê de pêgeha Vedeng a ser bi Lahur Cengî di tora civakî ya facebookê de peyamek arasteyî Bafil û Qubad Talebanî kir û bangeşeya wê yekê kir ku ji ber li lîsteya Lahur Cengî ditirsin, Bafil û Qubad Talebanî rastî hîsteriyê hatine û bi şev jî nikarin birazên.
Li gor heman pêgehê, gef li hêza komando hatiye kirin û hat gotin: ‘’Em şîretekî pir bi mifa û sûd didin we ku dest ji wî tiştî berdin ku hûn hêza komando ji bo derxistina aloziyan dişînin her deverekî, lê na eger her berdewam bikin û wan bişînin, em jî amadene wan tembî bikin.’’
Vê derbarê de parêzer Bextewer Sepan ji BasNewsê re ragehand, bikaranîna hêzên çekdar ji bo tirsandina aliyên rikeber ên helbijartinê, ji aliyê her aliyekî ve bê kirin, ew kareke nedemokratîke û derveyî wê jî pêwîste ji bo helbijartinan rihetiyek bê ava kirin, ji bo wê jî divê Komîsyona Helbijartinên Iraqê, YNKê ceza bike. Nabe li du bazineyên helbijartinê ku zêdetir ji 40 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji bo wan deveran hatiye danîn, bi zora hêz, gefxwarin û tirsandinê ve helbijartin nayê kirin.