Li kurdistanê gelek cara dema mirov rêxistinekî yan jî aliyek siyasî dinirxînê li gora hinek pîvana ev yek tê kirin. Lê taybetî PKK û tevgerên vê siyasetê ve girêdayî ev pêvan bi temamî têkbirine û mirov hêdî ji partiya yan jî ji aliyên siyasî zehftir kesayetên di nava rêxistinan de dinirxîne.Ez vê yekê dibêjim ji ber ku gelek insan ji bîr û baweriyên xwe gelektir li gora berjewendiyên xwe yên civatê de û herweha ji bo di civatê de bibe xwedî cihekî tevlî tevgerên siyasî bûne. Ev yek jî piranî piştî salên 80î hate kirin.Ji aliyek din heman di nava hemû partî û aliyên siyasî de hevalbendên PKKê yên weşartî hene. Ji xwe ya ku partiyan têk dide û wan di gelek waran de ji bîr û baweriya rêxistina wan dûr têxe eve. Ev kesayetên siyaseta PKKê di nava rêxistinên xwe de diparêzin û li gora wê gava tavêjin, di tevgera Kurdistanê de kesên herî xeter û bê ehtubarin. Dema ev behsa vê yekê dikim ev ji bo hemû partiyên beşên Kurdistanê derbas dibe.Ew dikarin bi dirustî herin nava refên PKKê û li gora baweriya xwe ya heyî siyasetê bikin. Lê di nava rêxistinên din de wek taşeronên ramanên PKKê bimînin hem xiyanetê li kesayeta xwe û hem jî li aliyê di nav de dimîne dike.Ji aliyek din dema mirov pirsa kesayet û siyasetê bêxe rojevê û vê yekê bike babetek rojanê yê gotubêja, bawerim dê ev yek insanên siyasetê dikin pêşvetir bibe û dê herkes vekirî li gora bir û baweriya xwe siyasetê beke. Çikas di tevgera Kurdi de insanên xwedî kesayet gelek bin tevger jî ewkas pêşve diçe û qalita tevgeran jî bilind dibe.Bê guman îro sempatizanên PKKê yan jî yên ji dil baweriyên PKKê diparêzin di nava hemû rêxistinan de hene , lê ev yek jî li gora beşên Kurdistanê û mercên civakî têne guhertin. Li Başûrê Kurdistanê mirov vê yekê hinekî cudatir dibîne, di nava partiyên Kurdistanî de û taybetî di medya Kurdistana Başûr de ev yek serdest e û rojane mirov dikare bi dehan van kesayeta bibîne. Gotine heye ku dibêje “ Nanê Îsa dixwe selewatê Mûsa dide“Li vê derê ev dibe pirsek ya partiya. Dîtinên PKKê di derbarê hinek partiyên Kurdistana Başûr de gelek zelel û eşkerene. Armancek ya wan têk birina wê rêxistinê ye û vê yekê di medya xwe de, eşkere tînin rojeve. Başe eger hinek inasan di nava vê partiyê de sempatizanên PKKê bin ev tê çi wateyê? gerek çi nav li wan bête kirin? Ez bi zanebûn navê tu partiyekî nadim. Ji xwe herkesek her aliek siyasî rewşa xwe ji herkesekî bêhtir dizane.Her insanê xwedî kesayet û xwedî rûmet li gora bîr û baweriya xwe siyasetê dike ne li gora berjewendiyên rojane û kesayetî rêdikeve , ewin ku pêşeroja Kurdistanê ronî dikin.Ev pirsa ez behsê dikim gelek cara bûye sedemê têkçûna hinek rêxistinan. Gelek cara berê rêxistina ji armancên wan yên bingehîn daye aliyekî ew bi tiştên din ve mijûl kirine. Yanî zererê dide tevgera azadixwaz a Kurd.Baweriya min de pêwiste ev kes bêne tesbît kirin û ji rêxistinan bêne dûr êxistin. Dê hingê herkesek li gora xwe , li gora kesayeta û baweriya xwe bikaribe rêya xwe ya siyasî bibîne.11.3.2018Dara Bilek