Pîvan serxwebûna Kurdistanê ye

Bûyerên li Iraqê pêkhatîn û vegirtina Musilê ji aliyê hêzên Sune, DAÎŞ û kevne Basiyan ve pêvajoyek nû ji bo Kurdistanê û herêmê destpêkir.

Di vê pêvajoyê de ya herî girîng cardin ragihandina dewletek kurdî hate rojevê. Tu caran kurdan  wek destpêka vê pêvajoyê behsa serxwebûna Kurdistanê nekirine.

Bivê nevê qada navnetewî û herêmê û Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê gotubêjek nû li gel xwe anî holê. 

Li Kurdistanê hêzên serxwebûna Kurdistanê dixwazin û hêzên li dijê serxwebûnê ji her demî zelaltir hatin xuyakirin.

Gelek vekirî hêz, aliyên siyasî, dezgeh û kesayetên pişgiriya ragihandina dewleta kurdî dikin, dikarin di hemû kar û xebata xwe de berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bigirin.

Ev yek jî dibê delîlê ku mirov çi radeyek bi hêz pişgiriya pirsa serxwebûna Kurdistanê dike. 

Ev aliyên siyasî li gora vê armanca pîroz divê dost û dijminên xwe li cihanê jî nas bikin. Yanî pişgirî û dijberiya ragihandina dewleta Kurdî dibe pîvanek ji bo helwestên siyasê di hemî warî de.

Wek mînak dewleta Îsrail gelek vekirî da xuyakirin ku ew pişgiriya ragihandina dewletek Kurdî li Başûr dikin. Herweha bi awayek fermî gotin ku “Eger hat û Kurdan dewleta xwe ragihand êmê dewleta yekem bin ku Kurdistanê nasbikin.“

Ji aliyê din serokê Filistinê Mahmud Abas, gelek vekirî berê xwe da şoveniya Erebî û dijê ragihandina dewletek Kurdî li Başûr hehelwesta xwe bi vekirî ragihand.

Niha li vê derê pîvana Kurdan çibe başe? Eger kurd ji bo berjewendiyên xwe yên netewî xwedî helwestbin divê dewleta Îsrail ji xwere wek dost bibînin.  Ev yek divê gelek bi zelalî bête kirin.

Bê guman tu cara ev yek nayê wê wateyê ku kurd pişgiriya kiryarên Îsrail li gel Filistiniyan bikin.  Heta Filistiniyan jî wek dijmin bibînin.

Lê herkes dizanê ku di dema Saddam de Filistiniyan vekirî bi hêzên xwe li dijê Kurdan şer kirin. 

Herdemî kurdan ji bo Filistinayan mafê dewleta Filistinî parastine. Lê rojekî jî Filistiniyan mafê dewletbûnê ji bo Kurdan neparastine.

Li Kurdistanê ew aliyên ku dijê ragihandina dewletek kurdî li Başûr derdikevin, nabê bi tu awayî behsa berjewendiyên netewî bikin. 

Ji ber ku armancên wan yên netewî tunene û bixwazin jî nikarin berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre bigrin. Di lîteratora wan de Kurdistan û netewîbûn tûneye. Ew hingê ji bo berjewendiyên rêxistinî û kesayetî siyasetê dikin. 

Di daxuyaniyên xwe de ne duristin. Ji bo wan dost û dijmin rojane li gora pêwendiyên rêxistinî ne. Ev yek jî dihêlê ku ew di rêya serxwebûnê de astenga herî mezin bin.

Divê di hemî warê siyasî de pîvanek bête danîn. Ew jî ji bo kurdan netewîbûne. Heta sinorê di navbera xeta netewî û xeta ne netewî de neyê danîn, kurd tu caran perspektîfên xwe yên siyasî de zelal nabin û pêşiya xwe nabînin.

Taybetî aliyên siyasî dayîn û standên xwe de, pêwendiyên xwe de, pirsên hevkarî û siyaseta herêmê de vê yekê nekin pirsek bingehîn dê her carê bibin leyiztika hêzên dijê xeta netewî.

20.7.2014

Dara Bilek

Nerîna min :