Di hilbijartinê serokkomariya Tirkiye de roj bi roj rewş zelaltir dibe.
Berendamê muxalefetê yanî yê CHPê û MHPê û herweha yê hinek partiyên din yên Faşîst û Kemalist Ekmeleddin Îhsanoglu bersiva hêviya muxalefetê nade û dixweyê mercên hilbijartina wî jî gelekî zehmete. Ji aliyê din berendamê HDPê Selahattin Demirtaş bi germî ji aliyê beşek medya Tirkiye ve pişgiriyekî dibîne.
Hinek nivîskarên di eniya Kemalist û Faşîstan de yên ku ji Ekmeleddin ne razîne piranî wesfên Demirtaş didin. Heta radeyekî dibêjin ku Demirtaş dibe profila lîderek nû yê Tirkiye .Hinek jî dibêjin kurdan lîderek nû ji bo Tirkiye peyda kirin.
Di rastiya xwe de Demirtaş di gotin û peyamên xwe de behsa Kurdan, mafê Kurdan û herweha behsa Kurd û Kurdistanê nake. Demirtaş behtir behsa Tirkiye û şêweyê engrekirina kurdan Tirkiye re dike. Ev yekjî bikeyfa beşek mazin nivîskar û rewşenbîrên Tirkan e.
Demirtaş ne bi daxwazî û îrada xwe ya azad bû serokê HDPê. Du vê derbarê de daxuyaniyên Demirtaş hene.
Lê di çerxa PKKê de mecbûr bû.
Gelo ji derê PKKê helwesta hêz û aliyên din yên kurdan dê çi bandorê hilbijartinên serokkomariyê bike baş nayê zanîn. Lê dixweyê dê tu bandora wan tunebê. Ya mayî di vê derbarê de xwedî helwestbin. Heta niha helwesta hinek aliyan qet nayê zanîn.
Bi xwedé Demirta$ bibé hingev u gúzúbez jí Tirk wí qebúl nakin,hévi u oméda serkeftina wí bu serok komaríyé, sifre u xeyale.Véca ez di wé baweriyé de me,u gelek kurd jí vé ba$ dizanin, belku Erdogan ji Demirta$ kurdtire.Gelek caran serokwezir u serok komar li Tirkiyé kurdbún,lé mixabin ti súd u feyda kurdan ji kurdbúna wan nebú.