Polîtîk

Serokê Parlementoya Iraqê spasiya pêşmergeyan kir

Li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya Selîm El Cibûrî Serokê nû yê parlementoya Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Serokê parlementoa Iraqê sipas û xweşhaliya xwe ji bo rexsandina vê hevdîtinê nîşan da û bi navê xwe û şanda mîhvan ji bo arîkarî û hewandina koçberên Musil, Selahedîn, Enbar û cihên dinê Iraqê spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku ji bilî rewşa sexta emnî û ew hejmara zêdeya koçberan ku xwe spartine Herêma Kurdistanê, lê belê ew yarmetiya ku we pêşkêşî wan kiriye cihê spas û pêzanîne.

Di derbarê proseya siyasî û hilbijartina desteya Serokayetiya Encûmena Nûnerên Iraqê jî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqa Federal hêvî xwest ku qonaxa pêş ya proseya siyasî qonaxa hevkariya kutleyan û derbasbûna kêşeyan bê, her çende proseyekî hêsan nabê û hewla hemû aliyekî jî pêwîste.

Li dirêjahiya vê civînê de şanda mîhvan behsa kêşe û giriftên wê xelkê bêtawan ya navçeyên Musil û Selahedînê kir ku li bin tehdîda çekdarên terorîstandane û her wiha tehdîda operasyonên serbaziyên hikûmeta Iraqê dane û sipasiya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kir ku rê bi pêşdeçûna terorîstan ya parêzgeha Kerkûkê û hinek navçeyên parêzgeha Musilê girtine û hêvî jî xwest rewşa asayîşa wan navçeyan û pêkvejiyan û hevdû qebûlkirina pêkhatan pêşketîtir bibe.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û pîrozbahiyê li Serokê nû yê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî û desteya Serokayetiya Encûmena Nûneran xwest. Serok Barzanî di derbarê hatina koçberan de balkişand li ser wê yekê ku her çende îmkaniyata Herêma Kurdistanê sînordare û rêjeya penaberan jî geleke lê belê yarmetîdana penaberan bi erkekî mirovî ya xwe dizanîn û li hemû rewşek de dergeh li rûyê koçberan de vekiriye û eve jî behs kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî li peywendiyeke berdewam daye bo ku bi awayeke baştir yarmetiya koçberan bidin û di derbarê îcraata emnî ya wergirtina koçberan Serok Barzanî ragihand ku hebûna îcraatî emnî ji bo parastina jiyana hemwelatiyan û koçberan bi xwe ye ku xwe spartine Herêma Kurdistanê.

Di derbarê Kerkûk û navçeyên Kurdistaniyên derveya îdareya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewlewiyeta me parastina asayîşa van navçayane û bi bê cûdahî jî erkê parastina hemû pêkhatan li ser şanê hêza Pêşmergeye. Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî ragihand ku ji bo serketina proseyê tenê guherîna dem û çavan ne girînge belku pêwîste nehc û tefkîra siyasiya desthilatdaran jî biguhere.

Axaftina di derbarê berbijêrê posta Serok Komar û Serokê Encûmena Wezîrên Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button