Kristiyanên Musilê jî xwe dispêrin Kurdistanê

Li hewla dawî ya grûpên terorîstî da ku dest bi ser bajarê Musilê da girtine, bi awayeke dûr li dab û nerîta pêkvejiyan û bingeh û yasayên mafê mirov û ol, tehdîda derxistin û kuştinê li xuşk û birayên Mesîhî kirine û wan neçar kirine mal û cihên xwe bi cîh bihêlin û berev Kurdistanê birê bikevin.

Em weku Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê karê terorîstiyê nemirovane bi tundî şermezar dikin û hevsozî û hevxemiya xwe jî ji bo wan xuşk û birayan derdibrîn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşwazî û yarmetîdan û parastina wan radigihînîn. 

Daxwaz ji civaka navdewletî jî dikin her çi zûtire hevkariyê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin heta bi awayeke lez û hêja bikarîn hevkariyê lêqewimiyan bikîn û xem û azarên wan kêm bikîn.

 

Dr Umêd Sebah

Peyvdarê Fermî yê 

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

19/7/2014

Nêrînek

  1. Bira! ev teroristén qa$o misilman búne bela seré vé cihané,diníya u alem dizané ,ku Músil u mezopotamiya cih u waré birayén me yén Kristianin,Erban bi navé misilmantiyé ev deveran dagir kirine,de bila ev Erebén teroristén cahil herin Erebistané,herin de$ta ereben,ew ji wir hatine.Di sedsala bistuyekan de,dísa dagirkirina misilmantiyé dubare dibé,dísa xwelké bi ku$tiné tehdíd dikin,u ev diníya bé denge.Ez di wé baweriyéde me,ku Kurdistan mala birayén me yén mesihine jí.

Nerîna min :