CîhanRojev

Piştî Erdogan, Erbakan jî bo berbijêrê serokkomariyê

Li Tirkiye hilbijartinên parlementoyê û yê serokkomariyê sala 2023ê de çêdibin. Ji niha ve serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan daye xûyakirin ku ew cardin ji bo vî postî berbijêre. Erdogan bi israr bang dike û dibêje bila muxalefet jî berbijêrê xwe eşkere bike. Lê heta niha deng ji 6 koliyê derneketiye û 6 kolî dibêje ku, ewê di meha Îlona 2022ê berbijêrê xwe destnîşan bike.

Piştî Erdogan niha jî serokê Ji Nûve Partiya Refahê Fatih Erbakan  jî bi reya edîtora habeler.com ê berbijêriya xwe ji bo serokkomariyê ragihand. Erbakan dibêje : Ez berbijêrê partiya xwe ji bo serokkomariyê me. Eger ez nemînin tura duyem  jî, em wek partî pişgiriya tu aliyekî û kesekî nakin .Em nabin şirîkê tawanên kesekî.

Back to top button