PolîtîkRojev

Baregehê YBŞê hate bombebaran kirin

Li devera Şingalê nehiya Sinunê baregehê YBŞê ji aliyê balefirên Tirkiye ve hate bombebaran kirin. Li gora medya PKKê radigihe; droneke Tirkiyê du caran avahiya Encûmena Gel a Sinûnê bombebaran kiriye.

Li gora agahdariyên xwecihî di encama bombebaranê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dane û birîndar hene.

Di derbarê vê êrîşê de, Dijeterora Kurdistanê ragihand, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê li Şingalê bombebaran kir û bûye sedemê ziyanên canî .

Wek tê zanîn Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) hşzeke li ser PKKê ve ye ê li devera Şingalê çend baregehên wan hene.

Back to top button