Cîhan

Piştî biryara Trump îstifa kir

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, James Mattis dest ji kar berda û daxûyandin ku, divê Amerîka hevpeymanên xwe bi parêze û hemû imkanên xwe ji bo parastina hevpeymaniyên  xwe bi kar bîne.

Piştî biryara  vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê nameya destjikarberdana xwe radestî serok Donald Trump kir.

James Mattis di nameya xwe de dibêje: Piştî 40 salan xizmetkirina di nav artêşê de, ew hîn bûye ku pêwîste Amerîka rêzê  li hevpeymaniyên xwe bigre û bi hemû imkanên xwe wan biparêze.

Herweha Mattis  dide xûyakirin ku, pêwîste Amerîka li hember wan welatên ku berjewendiyên wan li gel Amerika hene divê xwedî siyastek zelal be.  Wek din divê li hember hinek welatên weke Çîn û Rûsya ku dixwazin bandora xwe li ser cîhanê bikin, divê Amerîka hemû hewlên xwe bide ji bo ku li himber wan bisekine.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê dibêje, serok mafê wê yekê heye ku wezîreke hevfikrê wî pê re be, lewma ew dest ji posta xwe berdide.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî di peyameke twîterî de ragihand, Wezîrê Berevaniya Amerîkayê heta du mehên din tê xanenişînkirin û bi zûtirîn dem kesek din li cihê wî dest bi kar dike.

Back to top button