Guruba Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên DAÎŞê dest bi kar kir

Guruba Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên DAÎŞê dest bi kar kir

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê,  li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Kerîm Esied Seîdxan şîretmendê taybet û serokê Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên rêxistina DAÎŞ li Îraqê û şandeya pê re kir.

Kerîm Seîdxan ji Serokwezîrê Kurdistanê re behsa kar û çalakiyên tîma xwe kir û got ku ew, bi hevkariya her du hikûmetan; hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona amadekirina nexşerêya encamdana erkên xwe kar dikin. Ew tîma navdewletî di çarçoveya biryar û raspardeyên Encumena Ewlekariya Navdewletî kar dikin û tawanên DAÎŞê jinûve kom dikin û bidekomet dikin daku tawanbarên DAÎŞê lêpirsîn pê re bê kirin û bigihin cezayên xwe.

Nêçîrvan Barzanî got ku, destpêkirina kar û çalakiyên Tîma Lêkolînên Navdewletî li ser tawanên DAÎŞê li Îraqê cîyê dilxweşiyê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeya bi her awayî hêsankarî û hevkariyê bi wê time re bike.

Nerîna min :