Civak

Piştî 30 sala jî biryar nedan

Doza tevgera Reya Şoregeriyê (Dev-Yol) dawî hat. Eve 30 sal bû ev doz berdewam bû. Di derbarê doza giştî ya Dev-yolê dadgeha temizê ya Enqere biryar da û ji bo dema derbas bûyî dawî li dozê anî û bi vî awayî dosya doza Dev-Yolê hate girtin.

Bê goman doza Dev-Yolê ji bo tevgera şoreşgera Tirkiye dîrokek bû.

Doza Dev-Yolê sala 1982-ê vebû û heta wek îro berdewam bû. Di vê dozê de hêjmara kesên ku dihatin darizandin 723-ê bû.

Sala 1989-ê dadgehê biryara xwe da. Û cezayê îdam kirina 7kesan da, 39 kes jî hata jiyana wan heyê bi zindanê cezakir, cezay ji 2 salan heta 20 saln jî da 346 kesan.
Lê ev biryara dadgeha leşkerî ji aliyê dadgeha bilind ve hate xirakirin û dadgehê berdewam kir.

Eve 30 salbû vê dozê berdewam dikira. Kesên ku di çerçova vê dozê de dihatin darizandin ji biryara dadgehê ya ku dawî li dozê anî ne keyfxweş bûn. Di vê derbarê de Cahit Akçam da xuyakirin ku, tişta herî baş ewe ku cardin hinek hevalên me neçûn zindanê. Lê ev doz ne di çerçova hukukê de dihat rêvebirin. Me dixwesta biryara  bereeta me bite dayin.

Rojevakurd

Back to top button