Polîtîk
Eger daxwazên kurda neyên pêkanîn..
Di derbarê kongreya niştimanî ya Iraqê de, endamê parlementoya Iraqê daxuyaniyek taybet da ajansa peyamner û got:Em dilxweş bûn ku lîsteya El Iraqî vegera parlementoyê. Ev gavek baş bû.Piraniya wezîran ji bo civîna koma wezîran hatin ba hev. Pêkanîn û serkeftina kongreya niştimanî dê pirsgirêkan çareser bike. Em hevî dikin ku kogreyek serkeftî pêkwerê.
Berdewambûna daxuyaniya xwe de Ezîz got: Dê kurd temamiya daxwazên xwe ji bo cihbicikirinê pêşkêşî kongreyê niştimanî bikin. Lê daxwazên kurdan neyên cihbicih kirin, hingê her tişt li ser biryara siyasî dimîne. Wê demê dê kurd biryarek siyasî ragihînin.
Lê endama parlementoya Iraqê naveroka biryara siyasî zelal nekir.