Niha jî dora Buyukanit e
Serfermandariya hêzên çekdarên Tirk, 27-Nîsan a 2007-ê, ji bo hukumeta Ak Partiyê muxtirayek dan. Muxtira wek nameyek di malpera fermî ya serfermandariyê de hate belavkirin. Di dîrok a siyasî ya Tirkiye de ev wek elektronik-muxtira (E-Muxtira) hate wesif kirin.
Di dîroka Tirkiye de cara yekem hukumetek bersiva serfermandariyê da û ew muxtira red kir. Ji ber ku heta niha di dîroka siyasî ya Tirkiye de ji bilî mudaxeleya fiîlî yanî ji bilî 2 inqilabên Leşkerî ev muxtiraya sê yem bû ku hate dayîn.
Wek tê zanîn di sala 1960-ê, 27-ê Gulanê de înqilabek leşkerî hate kirin û serokwezîrê wê demê Adnan Menderes û hinek wezîr hatin idam kirin.
Sala 1971-ê, 12-ê Adarê muxtirayek hate dayîn û di cih de hukumeta Suleyman Demirel xwe ji ser kar da aliyekî û hukumetek li ser daxwaza leşkera hate avakirin.
Sala 1980-ê, 12 Îlonê de serfermandarê Tirk Kenan Evren û hevalên xwe înqilabek leşkerî kirin û hatin ser hukum. Heta wek îro jî destura Tirkiye ya 12-ê Îlonê ye.
Sala 1997-ê, 4-ê Sibatê tanqên leşkerî daketin kolanên Enqere û hukumeta Necmettin Erbakan di cih de îstifa xwe da û ji ser hukum xwe da aliyekî.
Di diroka Tirkiye de ev cara yekem bû ku hukumetek li dijê serfermandariyê helwestek sivîl danî holê û ji dest desthilata xwe berneda.
Vê helwesta hukumetê li Tirkiye gelek tişt guhertin. Niha jî li ser giliya serokê Platforma Adaletê Adem Çelik di derbarê E-Muxtirayê de û di derbarê serfermandarê wê demê de dozer dozê vedike.
Bi vê bûyerê, dê demek nêzik serfermandarê wê demê Yaşar Buyukanit derkeve himber dadgehê û bête darizandin.
Rojevakurd