Polîtîk

Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin

Duhênî jı aliyê grubekî rewşenbîr, parlamenter û bi beşderbûna sedan kesî ve li dijî zilm û zordariya rejîma Ba’as ya li ser gelê Kurd daxuyaniyekî çapemeniyê hate dayîn.

Duhênî li bajarê Silêmanî û li Parqa Azadîyê daxuyaniyekî çapemeniyê hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku zilm û zordariya rejîma Ba’as a Surî  li ser gelê Kurd roj bi roj zêde dibe û ti ferqa di navbera Saddam û rejîma Ba’as a Surî tineye.

Di daxuyaniyê de bang ji gelê Kurd û mirovperweren re hate kirin ku dengê xwe li hemberê zordariyê bilind bikin û piştgiriya ji bo gelê Kurd ya Rojavayê Kurdistan bidin.

Di daxuyaniyê de Serokê Komîsyona Mafên Mirovan yê Parlementoya Kurdistanê Salar Mahmud da zanîn ku divê Dewleta Surî rewşa xwe yê li ber çavên xwe derbas bike û divê li Surî mafên hemwelatiyê ji bo gelê Kurd re jî bihête dayîn

Back to top button