Polîtîk

Li Amedê peykerê Atatürk hate şewitandin

Li Amedê grûbekî xortên Kurd peykerê Atatirk şewitandin.

Li Amedê bi danê êvarê ji aliyê grûbekî xortên Kurd ve li qada derê çiyayê peykerê Atatürk hate şewitandin. Xortên Kurd seat di 19:15’an de hatin qada derê çiyayê û li derûdorê qadê kaxiz top kirin û digel  mazotê agir dadan û peykerê Atatürk sotin.

Peyker di demekî kin de şewitiye. Piştî hatina polêsên Tirk xortên Kurd jî ber bi kuçeyên Amedê ve reviyan.

Piştî şewitandina peykerê Atatürk polêsên Tirk hatin cihê bûyerê û li cihê bûyerê êrîş birin li ser xelkê û banga agirkuj (itfaiye) kirin lê heta ku agirkuj hat peyker ji ber şewatê kufikî bû.

Piştî hatina polêsên tirk, xortên Kurd jî ber bi kuçeyên Amedê ve reviyan û xwe veşartin. Polêsên Tirk ji bo girtina wan operasyonekî berfirah dan destpêkirin.

Back to top button