Cîhan

Li Meksîkayê hovîtiyek ecêb

Hate diyar kirin ku li bajarê Meksîkayê Acapulcoyê serê 14 kesan hate jê kirin.

Berpirsyarên polês diyar kirin ku 14 laşên mirova li nêzîkî navendek danûstandinê hatine dîtin û li ba wan jî nivîs û nîşanên mafyayên bêhişker hate danîn.

Li bajarê Acapulcuyê di paşarojê de gelek car di navbera mafyayên bêhişkerê de şer û pevçûnên bixwîn bûbû.

Li Meksîkayê di navbera mafyayên raqîp ya bêhişkerê de gelek car bûyerên wisa hate qewimandin. Çend hefte berê jî dîsa li navenda pevçûnan Nuevo Leonê 2 gorên bikom hatîbû dîtin.

Hate diyar kirin ku Li bajarê Acapulcoyê di nava 3 salan de 200 kes winda bûn.

Hikumata Meksîka di sala 2006’an de li dijî mafyayên bêhişkerê têkoşînekî berfireh dabû destpêkirin. Di nava 4 salên dawiyê de bi hezaran pêvçûn qewimiye û ji ber van pevçûnan nêzîkî 23 hezar kes jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button