Belçîka ber bi Iraqbûnê ve diçe
Li Belçîkayê piştî hilbijartina 13’ê Pûşperê hikûmatekî nû nehatiye avakirin. Piştî 207 rojan qeyrana siyasî nehatiye çareserkirin.
Ji aliyê Qral Albertê duwemînê ve navbeynkar û siyasetmedar Johan Vande Lanotte hat pîşandan lê hewldanên wî ya li ser lihevkirinê jî bê encam ma.
Serokê berê yê Sosyalîstên Flamanan Johan Vande Lanotte ji partiyên serete re nivîsarekî li ser cihêkirina herêmên hilbijartina derûdora Brukselê pêşkeş kir û pêşniyarê li ser kêmkirina erkên hikumata navendî jî nehatiye pejirandin.
Îtifaqa Flaman di qempenyaya hilbijartina xwe de cihekirina Belçîkayê parast û li herêma Flamanê de % 28 ray stend ku tenê herêma Flaman % 60’ê nufusa Belçîkayêye.
Di nîvisarê lihevhatina Lanotteyê de guhertinên bingehî hatine daxwaz kirin lê ew daxwaz ji aliyê partiyên duwemîn ya Demoqratên Xrîstiyan ya Flamanan ve nehatiye pejirandin.
Partiyên Valon jî ji pêşniyarên Lanottayê re hinekî germ dinêrin lê ji aliyê berpirsyarên jêrîn ve daxuyaniyên cûr be cûr hate dayîn ku di nivîsarê Lanotteyê de zêdetir daxwazên Flamanî hene.
Wisa xuyayy ku li Belçîkayê koolîsyon di navbera partiyên Îtifaqa Nû ya Flaman, Demoqratên Xrîstiyan û Sosyalîst û Partiya Keskan de bihête parkirin û ji ber vî jî divê Lanotte ji bo pengavên nûyê ji nû ve serlêdana Qralê bike.
Li Belçîkayê li herêma Flamanê de dahatiya li serê her kesekî 32 hezar euro û li herêma Valon jî dahatiya li serê her kesekî 23 hezar euroye.
Pirsgirêka di navbera Valon û Flamanan ne tenê li ser aboriyê ye. Kesên Flaman naxwazin li derûdora Brukselê zimane Fransizî bibe zimanê serete kesên Valon jî wekheviyê dixwazin.
Li herêma Flamanê gelek sazî û rêxistin hene ku hebûna Belçîkayê nas nakin. Li weşanên televîzyonên xwe nûçeyên Valonî nûçeyekî nava welêt nehesibînin lê weka nûçeyekî cihanî pêşkeş dikin.
Belçîka ji 200 rojê zêdetire bê hikûmat maye û li Belçîkayê piştî her hilbijartinên qeyranên siyasî destpêdike. Di sala 2007’an de piştî 194 rojan, di sala 1988’an de piştî 148 rojan, di sala 1979’an de piştî 107 rojan û di sala 1992’an de jî piştî 102 rojan hikûmat hatîbûn avakirin.