Nivîsar

Pişgiriya serxwebûnê bikin

Li Bakûrê Kurdistanê HDP û miletê Kurd bi minasebeta serkeftina hilbijartinê de xwe avêt kolana û serkeftina xwe bi coşeke mezin pîroz kir.Balkêş bû, hin dimen hebûn kû hêsrê çavan ji xwe re diherikîn. ji berkû hest Kurdî bûn , fikr û raman Kurdewarî bûn.Pîştî teqîna Diyarbekir bi hesasîyetî tevdigerîyan , dengek an jî fişekek hawaî biteqîya xortan bi hevre xwe davêtin ser, ruhê wan ne girîng bû kesî xwe nedida alî neditirsîyan bi can u ruhê xwe, xwe davêtin mirine.Li xwe nedifikirîn li birayê xwe, xwuşka xwe difkîrî ev jî careke din da nîşandan hest û daxwaz û reman bi Kurdewarî bun.Alê curbecur pêlbipêl hejandin, bilind kirin kal, pîr, birîndar, dengdana xwe bi ci kir. dengê xwe li cihanê bilind kirin Kurda careke din gotin em hene.Amerîka , Awrupa hilbijartin ji nêzîk ve şopandin û memnûnîyet a xwe anîn ziman. Ew çavsorîya dijmin şikest bi vê minasebeta tabloyek yekgirtinê hate holê..Dibe kû zemînekî nu, pêngaveke pîroz hatibe avê tin, divê ku ev roj ji alîyê siyastmedaran ve neyê ji bîrkirin.Li Kurdistanê xwedî derkevin.Ziman, çand, dirok, al û ax girîng bigrin, ji lewra ewê milet hesab ji wan bipirse. rêzê ji îrada Kurdan re bigrin.Pîroz be li miletê Kurd . bijî Kurd, bijî Kurdistan, bijî biratîya Kurdan…Bakur, Başur, Rojhilat, Rojava, piştgirîya serxwebunê bikin û bi biratî hev himbêz bikin.9 / 6 / 2015Zînê Amedî

Back to top button