Pişgiriya Kiliçdaroglu helwesta Qendil e!

Di pêvajoya hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Trikiye de, rojanê helwesta aliyên siyasî tê guhertin. Tifaqa Cumhur ku Erdogan serkêşiyê dike berbijêrê xwe yê serokkomariyê eşkere kiriye û di vê çerçoveyê de behsa hilbijartina dike û gazinda ji muxalefetê dike . Dibêjin ku ji bo çi heta niha muxalefet nikare berbijêrê xwe yê serokkomariyê eşkere bike.

Wek tê zanîn maseya ku bi navê maseya 6 kolî dihat naskirin ,ji bo helwesta IYI Partiyê nekarî serokê CHPê Kiliçdaroglu bike berbijêr û ev yek bû sedemek IYI Partiyê xwe ji Tifaqa Milet da aliyekî.Gelo ev yek ji berjewendiya Erdogan re bû? yana na? ev gotubûjeke mirov dikare piralî li ser bisekine. Lê ji aliyê istiqrarê ve dixweyê ku Erdogan ji hemûyan bi istiqrartir e û ji roja ewil ve berbijêriya xwe eşkere kiriye û li gora wê jî di qada siyasî de dileyze.

Gelek cara behsa pêwendî û hevdîtinên AKPê û Ocalan hatin kirin , lê dixweyê AKPê jî fam kir ku tu bandora Ocalan li ser HDPê nemaye û biryara HDPê di destê Qandil de ye. HDP li gel alî û partiyên çepên Tirk tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Gelek cara HDPê da xûyakirin ku ewê berbijêrê xwe ji bo serokkomariyê destnîşan bikin û bi kandîdatê xwe tevlî hilbijartina bibin. Lê dengên cuda di nava HDPê de hebûn û vekirî digotan eger Kiliçdaroglu bibe berbijêr divê HDP pişgiriya Kiliçdaroglu bike.

Sedemê bingehîn ku IYI Parti maseyê 6 kolî terikand, pêwendiyên CHPê û HDPê bûn. Lê tu cara behsa vê keşaya bingehîn nehat kirin. Her pirs bi awayek din hate rojevê. CHP diviya di navbera HDPê û IYI Partiyê de tercihekî bike û vê gavê terciha HDPê aliyê giran yê şehînê ye.

Gelek babet hene ku, di civatê de bandora xwe li reya hibijêran dike, pirsa Tirkbûn û Kurdbîne û pirsên mezhebî, wek Sunîbûn û Alevî bûn. Taybetî niha li herêmê de heta hemû Rojhilata Navîn de pirsên mezhebî derketine pêşiya pirsên etniqî. Tê zanin ku Kiliçdaroglu Kurdbûna xwe inkar dike lê alevî bûna xwe inkar nake. Li Tirkiye cemaeta Sune ji bo serokkomariyê zû bi zû denga nade berbijêrek alevî. Herweha kesek jî vê yekê nayne rojeve. Tenê di hinek bernameyan de car carê hinek nikila tavê jin vê pirsê û tînin rojevê.

Dixweyê sedema yekem a terciha Qendil pirsa mezhebiye û dixwazin Kiliçdaroglu bibe berbijêr. HDP li gora biryara Qendil tevdigere û ji bo vê jî dixweyê dê pişgiriya Kiliçdaroglu bikin. Lê pirs ewe ku, dê wek pişgiriya hilbijartinên şeredariya bi hinek girêbestên nehînî li hev bikin yan vê carê dê eşkere hevpeymaniyekî pêkbînin. Hevkariyên du partiyan nehînî be ev di siyasetê de ne etiq e.

HDP dê pişgiriya KIliçdaroglu bike. Lê her gav gelek tişt dikarin bê guhertin ji ber ku xwediyê biryaran siyasetek rojane rêve dibe. Erdogan jî dixwaze Kiliçdaroglu li himber wî bibe berbijûrê serokkomariyê. Sedemê vê yekê jî kifşe.

AKP li ser Îmralî hesabe xwe dikiran û CHPê jî li ser Qendilê hesabê xwe dikira. Qendil serdest derket.

6.02.2023

Nêrîn/Şirove

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: