
Nîjadperestî û neyartîya li dijî Kurdan ne tenê di siyasetê de, herweha di werzîş û pêşbirkên din de jî tên kirin. Spor yan werzîş ji bo dostanî û nêzîkbûna mirovan, ji bo hezkirin û aştîyê ye. Di esasê xwe de di spor û werzîşê de nîjadperestî qedexe ye û divê bê qedexekirin jî. Lê civakên wek Tirkiyê ku li ser bingeha neyartîya Kurdan hatine sazkirin û hemwelatîyên xwe bi mejiyekî nîjadperest perwerde dikin, ne rêzê ji werzîşê re digirin, ne jî ji heq û hiqûqê mirovan re.
Roja Yekşemê lîztika Bursaspor û Amesporê li stadyuma Bursaspor çêbû û alîgirên Bursasporê êrîşê yarîzanên Amedsporê kiribûn. Di dema lîztik û êrîşan de alîgirên Bursasporê bi pankartên ku pesnê qesasê Kurdan didin xistibûn nav stadyûmê..
Di vê derbarê de 85 saziyên sivîl yên Amedê êrîşên li dijî Amesporê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyaniya rojnamevanîyê ji alî Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ve hat xwendin.
Nahît Eren diyar kir ku, divê Bursapor bi biryara dadger, têkçûyî bê ragihandin û yarîzanên Bursaporê yên ku li dijîxalên werzîşê tevgeriyane ji yariyên fermî heta hetayê bên qedexekirin.