Kultur

Pirtûka “Dîroka Rojnamevaniyê li Akrê” hate çapkirin

Pirtûka “Dîroka Rojnamevaniyê li Akrê” piştî çapkirina li çapxaneya Cengel ya li Tehranê hate belavkirin û nivîskarê pirtûkê jî dibêje: pirtûk behsa dîroka rojnamevaniya li Akrê ya salên di navbera 1950 heta 2020 dike.

Zêrevan Temo nivîskarê vê pirtûkê ye û li daxuyaniyek de ragihand, pirtûk behsa dîroka rojnamevaniya Akrê dike. Wêneya yekemîn rojnameya Akrê têda heye ku li sala 1950 li ser destê nivîskar û rojnamevan Şakir Fetah bi navê “Akrê” hatiye belavkirin.

Her wiha nivîskar dide zanîn ku ew wekî nivîskar û rojnamevanek xwestiye ku dîroka rojnamevaniya li Akrê bi xwendevanan bi nas kirin, ji ber ku rojnamevaniya li Akrê destkeftên xwe yên girîng û balkêş hebû.

Balkêş e ?
Close
Back to top button