Cîhan

Balyozê berê yê Amerîka li Çînê: Amerîkî Çînê nasnakin

Balyozê berê yê Amerîka li Çînê rexneyeke tûnd li îdareya Trump digre û dibêje bi awayeke korane xwe kirine neyarê Çînê û dijminayetiya Çînê dikin.

Roj nîne li Koşka Spî ve êrîşî Çînê neyê kirin, lê belê Balyozê berê yê Amerîka li Çînê jî dibêje: Niha demsala siyaseteyê li Amerîka, piştî çar mehan hilbijartinên Amerîka destpêdike û baştirîn babet jî ji bo komkirina dengan, êrîşkirina ser Çînê ye.

Maks Bawkes Balyozê berê yê Amerîka li Çînê, eşkere kir û dijî siyasiyên welatê xwe ya li hember Çînê eşkere kir û got: “Ez bawerim Amerîka li tometên xwe yên beramber Çînê du rû ye, ji ber ku hinek caran bi bê belge jî Çînê tometbar dikin.

Max Baucus dibêje: Ne Trump ne Biden zêdetirê Amerîkiyan Çînê nedîtine. Birastî bibêjim Amerîkî ji Çînê tênegihiştine. Ez dipirsim Mike Pompeo ji bilî karê dîplomasî, çend caran serdana Çînê kiriye? Hemû dîplomatkarên Amerîkî jî wiha ne”.

Her wiha rexne li welatê xwe digrê û dibêje: “Li gel xelkê Çînê gelek bihayên me yên hevbeş hene û Çînî gelek nêzîkî me ne. Heta kêşeya Amerîka û welatiyên asayî û Serok û siyasiyan ve jî eweye؛, xelkê Çînê nasnakin. Tiştek di derbarî Çînê de nizanin.

Back to top button