Civak
Keça Zaxoyî 8.800 dolar li bazar dît û radestî polîsan kir
Li qeza Zaxo keçeka temen 24 salî piştî ku 8.800 dolaran li nava bazar de dît, radestî Birêveberiya Polîsê qeza Zaxo kir û ewan jî radestî xwediyê wê kirin.
Hêmin Silêman Peyvdarê Polîsê Dihokê ragihand: “Doh li nava qeza Zaxo keçeka temen 24 salî piştî ku 8.800 dolarên Amerîkî li nava bazar de dibîne raste rast peywendiyê bi hejmara 104 ya polîsên Hawar Hatinê dike”.
Her wiha Silêman da zanîn ku piştî dîtina pereyê Birêveberiya Polîsên Qeza Zaxo dide xwediyê wê. Bi axaftina Peyvdarê Polîsê Dihokê wê keçikê nexwestiye wêne û navê xwe eşkere bike, lê belê bi amadebûna xwe û birayê xwe pere radestî xwediyê wê kirine.