Nivîsar

Pirsgirêka Sûriyê û helwesta Kurdan

Piştî şerê sê salan û kuştina bêtirî sed hezar kes û koçkirina bi miliyonan hemwelatiyan hindur û dervayî sînorê Sûriyê û dîsa jî berjewendiyên navdewletî naxwazin vê pirsgirêkê çareser bikin.

Ji ber ku pêşnûma ya nav dewletî ne hatî bi serî kirin lewma xwîna zarokên Sûriyê li bazaran dikeve pêveçûnê bêyî ku nihadê mirovatiya civaka navnetewî bihejîne û hev tişt dibe hokerek ji bo rejîma desthilatdar û êrişên xwe yen hovane li ser gelê xwe xurtir bike û bingeha dewletê biruxîne .

Ev kar jî dikeve xizmeta ejindeyên herêmî di vî warî de helwesta paytextên xwedî biryar xizmeta rêjîma sûriyê dike bi bahana ku şerê li dijî tundrewan dirêjkirina temenê şerê vê kirîzê dikin û hev siyaseta nav dewletî xuyaye.

Ji destpêka pirsgirêkê doz radestî Rusya hate kirin da ku berjewediyên rojava bi cih bîne gava yekemîn rawestindina bernameya atomî ya Îranê û bi dûrxistina cekên kîmiyawî ji destên rejîmê û di va rewşa niha de ji nû ve rê dan ku rejîm bajar û taxan bombe bike bê dengvedan .şerme ji dewletekê re ku xwe hêza sereke li cîhanê di hejmêre û

parêzvaniya mafên mirovan dike ku nikare gelê Sûriyê ji kujerekî biparêze

Kurd û civîna Hewlêrê

wek tê xuiyakirin ku rewşa Sûriyê bi gelemperî û ya kurdan bi taybetî di qonaqeke hestiyar re derbas dibe û pêwîste rêxistin û hêzên kurd helwest û berjewediyên gelê xwe di ser berjewediyên rêxistinî re bigirin.

Wek tê xewstin di vê demê de berovajî vê yekê dikeve xizmeta neyarê kurd bi awakî zelal ti alî nikare mercan li ser aliyê din ferz bike.

Ji ber ev dem demeke ne asayî ye ji ber ti hilbijartinên azad nebûne bi beşdarbûna cavdêrên navdewletî lewma siyaseta ferd kirina nerîna xwe dûrî rastiyê ye û nêzî siyaseta rêjîmê dibe li ser pirsa rêvebiriya xweserî di va rewşa awarte de û ji yek alî de pirsgirêkê kûrtir dike.

 Pêdiviya me bi pêngavên hevbeş heye bê ku ti alî mercên xwe ferz ser aliye din bike û rêkeftina Hewlêrê bingeh û dest pêk be ji van pêngavan re û ji helwesta rêjîmê dûr bikevin,  ne dûbare bikin şerê Qeter.

 Li ser mijera civîna Hewlêrê xuya ye ku ti lihevkirina xalên sereke nehatî kirin ji bilî çend xalên ku di pêşerojê de bêne amejikirin û ji bo xalên sereke wek helwesta leşkerî ti hêzên din netên peçrandin ji bilî hêza yek alî û ji aliyê helwesta siyasî ve aliyek naxwaze hevkarî bi hevpeymaniya Sûriye re bike.

Li aliyê din leşkerên rêjîmê bi awakî zelal li herêma rêvebiriya xweserî karê xwe dikin ev tişt mirov dike nav gumanê û bandor û hokerê nav dewletî ku naxwazin helwest bibe yek ji ber şanda kurdan li Moskovayê bandorek xurt li ser beşekî ji kurdan heye û diyare siyseta Rusya bi awakî xurt pişgiriya rejîmê dike û hewal da ku beşekî ji rêjîmê di bin baskê dijbereya Sûriye de bi cih bike.

 Lê ev helwest nehat pejrandin niha jî dixwaze vê lîstikê li serê kurdian pêk bîne da ku şanda dijbereya Sûriyê di nav nakokiyan de be ku naveroka kongeriya Cînêvê vala bibe û Ased bibe bijarde ya herî baştir ya demkî li hember tundrewan û siyaseta windakirina kurdan biçespîne wek berî vê wezîrê ragihandinê anî ziman da ku navê kurdistan li erdnîgariya Sûriyê tune ye.

 pêwîste gelê me ti car din netê xopandin wek Lozan û Kurdistana sor dibare nebe ji ber ku Rusya di sala 1988 de li dijî civaka nav netewî rawestî da ku ti biryar netê standin li dijî rêjîma Sadam dema bombekirina kurdan bi çekên kîmyawî bila dîrok vê buyerê dubare neke

 
Cengîz Hamduş

Back to top button