Nivîsar

Zana divê nezanî zana bike

 
Ciwanên Hêja!
 
Îro çewa ku zarûkekî piçûk pêdiviya xwe bi dê û bavekî heye, çewa ku pêdiviya jarekî bi maldarekî heye, çewa ku pêdiviya kûtekî bi saxlemekî heye, çewa ku pêdiviya taziyekî bi kincekê heye, çewa ku pêdiviya birçiyekî bi xwarinekê heye, herwisa pêdiviya nezanekî jî bi zanayekî heye.
 
Çewa ku Xwedayê dilovan jî gotiye: Ma zana û nezan dibin yek!?
Helbet zana û nezan nabin yek. Ji ber ku herdu du tiştên cuda ne; yek tariyê ruhnî dike û yek xwe di tariyê de bi cih dike.
 
Zana yan jî em bêjin rewşenbîr, hertim di fikra nezanan de ne û pêşeroja wan ruhnî dikin û jiyana wan xweştir dikin. Dema zana vî karî de jî, nezan pê nizane.
 
Dema nezan karekî şaş kir, karê zana jî ev e ku wê şaşiyê rast ike û bide rastkitin. Weke mînak:

•    Dema nezan navê xwe ”Mehmet” nivîsand, divê zana bêje ku ”navê te ne Mehmet e, lê Mihemed e.”

•    Dema nezan navê xwe ”Lokman” nivîsand, divê zana wî hişyar bike û bêje ku ”navê te ne Lokman e, lê Luqman e.”

•    Dema nezan navê xwe ”Ahmet” nivîsand, divê zana wî hişyar bike û navê wî pê bide rastkirin, bêje: ”navê te ne Ahmet e, lê Ehmed e.”
 
Ciwanên Hêja!
Ev tiştên ku dibêjim, têkiliya xwe bi devokên herêmî re tune. Eger tu weke Toriyan dibêjî ”halko”, weke Bişêriyan dibêjî ”Wisa”, weke Botiyan dibêjî ”welê” xisar jê tune, ev hawe dewlemendiya zimanê te ye. Lê gava tu peyveke kurdî yan erebî bi forma tirkî binivîsî, tu şaşiyekê bi destên xwe, bi vîna xwe dixî nava mêjû. Ew şaşiya te jî, wê bi sedê salan bidomîne û bi hezarê caran kes pê têkevin şaşiyê.
Ji ber vê şaşiyê, ne mêjû li te dibore, ne jî zana û zanist te dipejirînin.
 
Niha di vê teknîka nûjen a ragîhandinê de pir hêsan e ku mirov binivîse, nivîsên xwe belav bike û peyv û hevokan li pey êkdu kaşerêz bike. Lê gelo ka ew tiştê ku mirov weşandiye, ji aliyê ehlê zanistiyê ve, ji aliyê kesên xwedîaqil ve tê erêkirin yanena!
 
Eger mirov li paşiya xwe bisêwire, çu car mirov şaşî û nerastiyan nake, yan jî dê pir hindik bike.
 
Ew kes bila bextewer be ku şaşî nake yan kêm dike û xelk jê razî ye. Bi wê razîtiyê jî, xelk wî/wê di nava qulçavkên dilê xwe de dihêwirîne.
 
Eger ne wisan be, mirov dikare bi gotineke xirab, dilê 50-60 milyon Kurd ji xwe bihêle.
 
Xwedayê mezin kesî şaş neke, eger şa şkir jî, wan bi dest û zimanê wan nehetikîne. Eger hetikand jî, bila wan rûreş neke.
 
Bi hêviya jiyaneke rast û bêşaşî, her şad û bextewer bin…
 
Stockholm 27/ 12/ 2013

Zeynelabidin Zinar

[email protected]

Back to top button