Pirsgirêka kurd, babetê sedsalan e û herî girîng e
HEVPEYVÎN LI SER PIRSGIRÊKA KURD BI PARLEMANÊN TIRKIYÊ RE
Nivîskar û lêkolînerê Kurd Zeynelabidîn Zinar li ser çareseriya Pirsgirêka Kurd pirsî, parlementerê Erdexanê (Ardahan) rêzdar Orhan Atalay jî bersiv da. Kerembikin hevpeyvîna ZeynelabidînZinar li jêrê ye:
Roja Pêncê Gulana 2012an, ez bi xûta hevpeyvîna bi çend parlemanên Kurd ên AK Partiyê re, çûbûm Enqerê. Piştî ku ez pêrgê dostên xwe parlemanê Êlihê (Batman) rêzdar Zîwer Ozdemîr û parlemanê Diyarbekirê rêzdar Galib Ensarîoglu bûm, min fêm kir ku ne tenê parlemanên Kurd, lê hin parlemanên ne Kurd jî hene ku serê xwe bi pirsgirêka Kurd re diêşînin. Di çar rojan de jimara parleman û du-sê wezîrên ku min hevpeyvîn bi wan re çêkirin an wê çêbibin geha 38an.
Bi giştî 22 pirsên me, ji parlamanan hatine pirsîn. Hinek ji wan ez rasterast bi wan re peyivîme û min dengê wan qeyd kiriye, hinek jî ji ber ku ne li Enqerê bûn, me pirsên xwe bi riya sekreter û muşawirên wan gehandiye destên wan.
Lê çend parlemanên Kurd ku bersiva wan bi zimanê kurdî zehmet bû herweha hinekên Tirk jî ku pirs ji wan re hatine hinartin, pirsên me jî, bersivên wan jî, bi zimanê tirkî çêbûne.
Yek ji wan, parlemanê AK Partiyê ku bi zimanê tirkî bersiva pirsên me daye û bi riya e-mailê bo min hinartiye, parlemanê bajarê Erdexanê rêzdar Orhan Atalay e. Min kariye roja 06. 08. 2012 binivîsim û pêşkêşê Raya Giştî ya Kurd bikim.
Zeynelabidîn Zinar/Rojevakurd
[email protected]
Zeynelabidîn Zinar: Rêzdar Orhan Atalay hûn dikarin xwe bidin naskirin?
Orhan Atalay Parlemanê Erdexanê: Ez parlemanê Ardahanê me. Berî siyasetê, ez li Zanîngeha Erzeromê Fakulteya Îlahiyatê bûm, min wek Prof. Dr. dersdarî dikir.
Pirsa Kurd li Tirkiyê pirseke sereke ye. Gelo hûn vê çewa dibînin?
Pirsgirêka Kurd, babetê sedsalan e û herî girîng e. Pirsgirêkeke wisan rojane ye ku paşeroj û pûşeroja Tirkiyê dorpêç kiriye. Rasterast bi rêveçûna pêşeroja Tirkiyê ve têkildar e. Hem li herêmê û hem jî di navbera welatên dinyayê de ji bo ku cihekî itbar werbigire pêwendîdar e.
Li gor baweriya we, dê Hukûmeta AK Partîyê Pirsa Kurd çewa çareser bike?
Ak Parti vîna xwe daxistiye holê ku vê pirgirêka bi sedsalan ku bûye kunêr digel pir pirsgirêkên din, ji wan re çareserî bibîne. Lewra li gor AK Partiyê pirsgirêka bingehîn, ew e ku di civatê de ew zihniyeta “arkaik” a ku hîmê bingehîn û bihayê wê xistine rewşa “pirsgirêkan” e.
Dema ev zihniyet bête malandin, gelek gelş ji ber xwe ve ji pirsgirêktiyê derdikevin. Rêgeha vê jî, ev e ku qada mafê bingehîn û yê azadiyan berfireh bibin û çêkirina karektera rejîma totaliter bi rasteqîne jî sererast bibe. Lê evên hanê jî, bi demekurteke wek ji êvarê heta sibehê ku çareser bibin jî çênabe. Lê çi heye ku AK Partî jî li pêşber wesateya leşker û sivîlan, ew dirustî û biqerartiya xwe ku di van deh salên desthelatiya xwe ya borî de daxistiye holê û gavavêtina xwe ya bi rêkûpêk, daye nîşandan û berxwedana xwe ya ji bo çareseriyan berdewam dike.
Kêm-zêde eve nîvê sedsalekê ye ku ji bo çareseriya pirsgirêka civakî herweha ji bo hevkarî û ferqkirina beşên dî yên civakê, pêdivî ye. Ev jî divê pêvajoya rakirina endîşe û tirsê pêdivî çêbibe. Ji bo îdarekirineke rind çêbibe jî, pêvajo ne karê ku AK Partî tenê bi serê xwe çêbike. Halbûkî dem-dem ji bo blokekirina pirsgirêkê, êrîşên dijber mirov bixwaze jî û nexwaze jî, dibin sedemê hin arîzeyan. Nexwek divê civak hemî li dor hedefê bibe çeper û her kesê tişta ku par jê re bikeve, bi cih bîne.
Lê eger ev pirs çareser bibe, wê çi rewş derkeve hole?
Wê rewşeke pir xweş derkeve holê.
Heta çi redeyê haya we jê heye ku pirsa kurd di medyaya kurdî de bi çi rengî tê gotubêjkirin?
Pir hindik ne tê de, bi her texlît tirs û endîşeyan zehmet e ku em behsa medyaya kurdî ya serbixwe bikin. Rêxistina ku ji bo azadkirina bedena Kurdan îdîa dike, di rastiyê de rihê wan dîl kiriye. Bi vê yekê ger bête tevgerandin, li gor min êdî têgehaneke vê pirsê tune.
Lê belê ji îro pê ve pirsgirêka kurd bingehekî bo xwe vegirtiye, lê paldariyeke heqwarî ji bo domandina wê bi çek û bûjenên wisa çênabe. Ji niha û şûnde tiştê ku divê bête kirin, kirina nîqaşa babeta wê bi rengekî azad û bi avakirina aqilên hevpar, dê bi hêsanî di çareserîyê de bête radan. Ji bo vê yekê, têştê ku tê payîn medyayeke kurdê ya tam azad e. Eger tehdîdên rêxistinê bi dengên cida bêtin domandin, diyar e ku wijdan jî dê lal bimînin.
Pêwendiyên we bi parlamenterên BDPê re çewa ye? (Eger baş be) gelo hûn bi hev re Pirsgirêka Kurd gotubêj dikin?
Hevdîtina me bi hinekan re çêdibe û divê ku çêbibe jî. Ez disêwirim ku insiyatîf bi temamî ji bo siyasetê bête hiştin. Li dij wesayeta derveyê demokratiyê, BDP jî û AK Partî jî, ew vîna demokratiyê ku wan daxistiye holê, divê baweriyê de me ku dêvê tecrûbe jê bête wergirtin.
Kurd ne tenê li Tirkiyê hene. Li gor baweriya we, ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê, divê Kurd wek milet çi bike?
Erê, Kurd li Rojhilata Navîn di nava dewletên herî xurt de hatine daniştin. Divê Kurd rêveçûna demê jî ridn bixwînin. Dewletên nijadî ku di vê dema niha de ketine krîzê, divê têgehandina hevbanîna avakirinê bi riyeke saxlem bidomînin. Her ku diçe, li giştiya dinyayê vegera bo gundan jî da zêdetir bête zanîn, bi nasnameya çandî bibe alîkar ji bo mirovatiya dinyayê. Çewa di civatên din de ku dibe, ez di vê baweriyê de me ku di civata Kurdan de jî ev riya herî pêrastî ye. Bi taybetî di rastiya civat û mêjuya xwe de jî, divê Kurd bi kurteriyekê ji xwezaya şer û şidetê bêtin rizagarkirin.
Li gor we, divê destûra nû ya Tirkiyê, ji bo çareseriya pirsa kurd çewa be?
Ez zagona bingehîn a medenî ku di vê pêvajoyê de Tirkiye amade dike, ne tenê pirsgirêka Kurdan, ez bawer dikim ku ew dê bibe navnîşana çareseriya hemî pirsgirêkan. Dilqa zagoneke medenî û demokrat, dê welêt ji xeteran rizgar bike û dê bibe mirovane ku li ser bingeha maf û azadîyan danişe. Eger bi vajiyê vê bibe, wê pêşeroja Tirkiyeyê negîje derfetên ku dipê. Ez di vê baweriyê de me ku ev zagona medenî, wê dilqekî wisa werbigire. Di vê zagonê de, tê payîn ku hemî cudatiyên heyî dê nasnameya xwe ya çandî bi awayekî eşkere werbigirin.
Li gor baweriya we, wê statuya kurdan bi çi rengî di destûra nû ya Tirkiyê de cih bigire?
Yên ku vê axê wek war bo xwe wergirtine û di parastina wê de ku helwesta xwe wek hev dane nîşandan û bûne xwediyê wê, dê bi awayekî hevpariyeke wekhevî, cihê xwe werbigirin. Tiştê ku pêbawer û têrker jî, her ev e.
Eve 9-10 sal in ku AK-Partî li desthelatiyê ye. Li gor we heta niha çi tiştê pêwist ji bo kurdan kiriye?
AK Parti di van deh salên dawîn de xizmetên ku li xwezaya kurdnişîn û li nava welêt kiriye, ji xizmeta ku di van 80 salên bihurî de hatiye kirin, 80 car zêdetir çêbûye. Bi taybetî ji 1923 hetanî 1950, dema yekpartîtiyê bûye, projeyên wan tev ji bo heşifandina wê qada ku Kurd lê rûdiniştin çêbûye û wan ji bo nan, ji bo zanînê, ji bo nasnameyê, ji bo azadiyê bi hesret hêlabûn.
Dewlet, bi dehsalan li wirê tenê cendirme û tehsîldar bûne. Jiyana pirpartîtiyê ku dest pê kiriye û bi vir ve, eger şer jî be, em dibînin ku ew tişt hatine guhertin. Lê lêmêzekirina AK Partiyê li herêmê û ew xizmetguzariyên ku biriye wirê, hêjayê spaskirinê ne.
Duhî lîse jî bo wan pir dihate dîtin, lê va ye zanîngeh li her parêzgehekê hatiye avakirin.
Duhî ew parêzgehên ku xwevayê riya qîreziftê bûn, îro balafirgeh lê hatine vekirin.
Bi kurtî ger bê gotin; duhî çewa ku hertişt ji herêmê dihate hêvişandin, lê belê îro herêm bi AK Partiyê gehaye nan, zanîn û azadîyê. Lê belê ew êş û derdê bi ihmalkariya ku di sedsalê de çêbûne, ne mikun e ku ew di nava pênc-deh salan de bigîjin encamê. Ji ber hindê, divê bête gotin ku ji bo rêwîtiyê riyeke dirêj a me heye û karên ku em ê bikin jî hêj pir hene.
Hun pêşeroja Tirkiye û çareserkirina Pirsa Kurd çewa dinirxînin?
Yan serxwebûn yan izmihal. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, ji bo serxwebûn û pêşeroja me, xwediyê dilqekî wek kilîdê ye. Înşaellah wê deriyê rojên pêşiyê bi wê kilîdê vebin.
Sîstema demokrasiyê pir xweş e. Gelo heta pirsa kurd çareser nebe, hûn bawer dikin ku wê demokrasiyeke rasteqîne li Tirkiye têkeve jiyanê?
Çewa ku li jorê jî min gotiye, ji bo ku bi temamî derbasbûna sîstema demokrasiyê bibe, belkî jî pirsgirêka me ya bingehîn ji holê rabike. Lê îro em îdia nakin ku ew welatên ku bi sîstema demokrasiyê îdare dikin jî, bê pirsgirêk in. Dema ku mirov û civat hebin, wê pirsgirêk jî hebin. Lê ya girîng ev e ku ev pirsgirêk bê ku destkeftiyên duhî ji dest herin, xwedîbûyîna ji bo çareserîya îdare û mekanîzmaya siyasetê ye.
Ji ber hindê heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li Tirkiyê xeyala bikaranîna sîstemeke demokratîk jî zehmet dibe. Lê eger sîstemeke demokratîk neyê bikaranîn, em ne li bendê ne ku ev pirsgirêk jî çareser bibe. Ji ber van hawayan, ez di vê baweriyê de me ku divê ev herdu pêvajo digel hev bêtin meşandin, herwekî diranokên yek çerxekê bi şixulandina yekdemî divê bêtin şixulandin.
Li gor dîtina we, wê doza Ergenekon û Balyozê heta kuderê here?
Doza Ergenekon û ya Balyozê û teşebusên di şûfê wan de, ji bo ku bi temamî ji holê bêtin rakirin, divê mekanizmaya zagon û yasayî têkevin jiyanî, ji van zêdetir divê kultura demokratîtiyê jî bi awayekî rind bête avakirin, ez di vê baweriyê de me ku heta hingê doz dê bêtin ajotin. Bêguman ew rewşa ku ev doz babetên wê ne, di wateya xwe ya rasteqîne de, xetereke mezin e li ser dadwerî, wekhevîtî û nasnameya demokrasiya Tirkiyeyê. Bivê-nevê, divê ev xeter bi temamî ji holê bête rakirin.
Tê gotin ku Ergenekona Kurdan jî heye. Hûn di vê derbarê de dikarin çi bêjin?
Ne pir girîng e ku (Ergenekona Kurdan) di binê vî navî de be yanena, ya ku girîng e xwedîbûna li eynî amac û kiryarê ye. Li vê gorê, di nava rêxistinê de wek hebûna honandineke kûr tiştekî xweza nayê payîn. Eger behsa kuştinên di nava rêxistinê de bête kirin, li wirê helbet avakirineke ergenekonwarî heye.
Çewa ku min li jorê jî behs kir, ew avakirina ku wijdana Kurdan dîl girtiye jî, ew avakirin e. Ji ber van sedeman, karê Kurdan hêj zehmettir dibe. Heta tê gotin ku rizgarbûna Kurdan piştî vê pêvajoyê dest pê kiriye. Halbûkî em rind pê dizanin ku duhî Kurd li hember wê zexta dewletê ku pê re rûqal bûbûn, îro ji wê zêdetir ketine binê zexta rêxistinê. Em disêwirin ku duhî dîktatoriya partîyekê bû, îro jî em li pêşber dîktatoriya merivekî ne.
Ji bo çareseriya Pirsa Kurd Serokwezîr stratejiyeke nû eşkere kiriye. Hûn vê yekê çewa dinirxînin?
AK Partî bi nasnameya xwe ya demokrat û muhafezekar, heta bivêyî temsîla Kurdan jî dike. Di van hilbijartinên bihurî de jî ev yek hatiye peyitandin û tescîl jî bûye. Ez di vê baweriyê de me ku pêdivî bi çêkirineke wisan tune.
Heta PKK dest ji çek bernede û operasyon ranewestin, dê çewa Pirsa Kurd li ser bingeheke demokratîk bê çareserkirin?
AK Partî hem di hindur de û hem jî ji derva ve, pir astengî derbas kirine û birêvebirina welêt ger bi serkeftin meşandibe jî, ev bi stiratejiyeke pir lêhûrbûn wisa bi serkeftin kiriye. Çewa ku bi her babetê re pêwendîdar dibe, ji bo vê babetê jî helbet plan û stratejiyên wê yên pirtexlît hene. Ji ber ku hêj negehaye dawiya rê, helbet pêdivî bi nexşeriyekê jî heye.
Hûn pêwendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê, çewa dinirxînin?
Pirsgirêka Kurd di rastiyê de bê hevberiya PKKê jî, xwediyê rastiyekê ye. Lewra eger duyemîn nebûya, yekemîn hebû dê çêbibûna. Ger rêxistin çek bernede, tenê kar zehmet û dirêj dike. Ji ber hindê çêbûna çareseriyeke bêçek, ji wî aliyî ve hêsan dibe.
Ev pêwendiyên erênî yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê, li Tirkiyê dê çi bandor li çareseriya Pirsa Kurd bikin?
Ez di vê baweriyê de me ku wê ji her aliyî ve tîneke erênî bike. Li gor welatên li herêmê, zêdetir têkelî û samîmîyeta wek girêdana biratiyê bi hev re, herwekî bira û kek dibînim. Tirkiye ji bo Kurdistana Îraqê çewa ku duhî bibû, îro jî û sibehê jî, jê re welatekî wisan e ku xwediyê derfeteke wek sigortayê ye, ew bi xwe jî vê yekê dizanin. Helbet pêdiviya Tirkiyê jî bi wan heye. Bêguman di mesela bazirgantiya derve û babetên wekî din de, Bakûrê Îraqê ji bo Tirkiyeyê, di radeya yekemîn de welatekî giring e.
Di baweriya we de Turkiye çiqas nêzê Yekîtiya Ewrûpayê bûye?
Astengiyeke tenê di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de maye ku ew jî hişkbendiya Xiristiyantiyê ye. Ji ber hindê nêzîkbûn li aliyekî bihêle, rewşa derbasbûna ji hedefê jî çêbûye.
Kurdên Kurdistana Îraq û Sûriyê, berê tev hemwelatiyên Imperatoriya Osmanî bûne. Sedemekî ku îro ew û Turkiyeya Komarî ji hev dûr bimînin çi ye?
Sedemê wê, plana Ingilîzan bû û ne tiştekî din e. Ingiltereya ku Emerikaya duhî bû, pîvana wê ya yekemîn di kifşkirina sînoran de, daxwazên emperyalîstî yên neftê bûne.
Çewa ku tê zanîn, di 1514an de peymanek bi navê PEYMANA AMASYAYÊ di navbera Mewlana Idrîs Bedlîsî û Selîmê ku piştre bûye Sultan de hatiye îmzekirin. Ev peyman li ser biratiya Kurd û Tirk bûye. Gelo peymaneke wisa di pêşerojê de dîsa ne mimkun e ku di navbera Kurd û Tirk de çêbibe?
Pêdiviyeke Kurd û Tirkan bi peymaneke wisan tune. Ev şerê sihsale ku çêbû jî, hêjî ev biratî zindî ye û tezetiya xwe diparêze. Peyitandina vê ya herî baş jî, erdheja Wanê daxist holê. Belkî ew tiştê ku pêdivî ye bête kirin, ev e ku divê em rêzên xwe hîn zêdetir tovdar bikin û di biratiya xwe ya wek çinarê de jî hîn zêdetir xwîdana eniya xwe birêjin û hewqas…
Gotineke we ya taybetê heye ku hûn dixwazin li ser Pirsa Kurd an wekî din bibêjin?
Peyva min a dawîn ev e, ez ji Xwedayê xwe yê mezin biratî, merhemet, azadî û niyazê dixwazim.
Zeynelabidîn Zinar: Spas ji bo bersiva cenabê te
Orhan Atalay Parlemanê Erdexanê: Ez jî spas dikim…