Civak

Barzanî sembola aşitiyê ye

Li Qezeya Midyad a girêdayê bajarê Mêrdîne civînek balkêş pêkhat Di insîyatifa bajarvaniya Midya dê de ji aliyê Enstitûya pêşdebiran civakî civîna bi nave “ Li Mezopotamya Sifra Aşitiyê“ hate pêkanîn.

Parlementerê Merdînê ya Ak partiyê Mehmet halit Demir koardinsyoniya civînê dikir. Di civînê de olên cuda jî hatin ba hev û serokê bajarvaniya Midyadê Şêxmus Nasiroglu axavtinek kir û di axvtina xwe de behsa aşitî û biratiyê kir. Herweha bajarê Midyadê jî wek sembola aşitiyê da nîşandan.

Di civînê de plaketek  ji bo serokê Kurdistanê mesud Barzanî hate pêşkêşkirin û li ser plaketê aşitî hate nivîsandin.

Herweha ji bo karkirina ji bo pêkanîna aşitiyê plaketek jî ji bo serokê hukumeta Kurdistanê Nêşîrvan Barzanî hate pêşkêşkirin.

Di civînê de, Parlementerê Ak partiyê,Abdurahman Karadag, Parlementerê Kevin Nihat Eri û Halit Demir jî amade bûn. Herweha ji herêma Kurdistanê jî wezire berê Feleketin Kakayi, nûnêrê PDK li Tirkiye Omer Miranî, Semih Barzanî û gelek nûnêrên dezgehên sivîl û kesayetên oli yên misilman û mesihi jî amade bûn.

Back to top button