Civak

Laz doza perwerdehiya zimanê xwe dikin

Serokê Komeleya Çand û Hevkariya Lazan, Armagan Serdaroglu daxwaznameyek pêşkêşê Rektorê Zanîngeha Rizeyê ya bi navê Receb Teyib Erdoganî kir û dixwazin kir ku li Zanîngehê beşek ji bo ziman û vêjeya lazkî ya lîsansa bala bête vekirin.

Herweha serokê komeleyê Armagan Serdaroglu di rojnameya NABIZ a lazkî ya rojane de ku li parêzgeha Rizeyê tê weşandin jî weha gotiye: “Wezîrê Perwerdeyê Emer Dinçer gotiye ku wan perwerdehiya lazkî jî vegirtiye nêv qada xwendina navendî. Ji ber ku lazkî jî zimanek ji zimanên zindî ye ku tê bikaranîn. Ev ziman jî wek dersa bijare dê bête xwendin.” Serdaroglu di daxwaznameya xwe de gotiye: “Divê li zanîngehê beşa zimanê lazkî were vekirin û mamoste ji bo zimanê lazkî bêtin amadekirin.”

Serdaroglu gotiye ku ev daxwaza me, ne cudayîyek e, lê ji ber ku zarûkên me zimanê xwe jibîr kirine, divê ev niheqî ji holê bête rakirin û dest bi perwerdehiya lazkî bête kirin.
Irfan Çagatayê endamê komîteya kargêr a komeleya ziman û çanda lazkî jî gotiye ku di van demên dawîn de Turkiye û Yekîtiya Ewrûpayê muzakere li ser pirsgirêka Kurdan dikin. Lê çendî ku desthelatdarên Gurcistanê dibêjin ku zimanek bi navê lazkî tune, ew zaravayekî zimanê gurcî ye ne rast e.

Ev yeka hanê asîmîlasyona dewletên serdest e ku li kêmneteweyan dikin. Berê xelkê Laz li rojhilata Deryay Reş hebû û bi lazkî jî dipeyivî, lê niha nemane. Di rastiyê de pir eyb jî çêbûye. Ji ber vê yekê me niha dest bi vê xebatê kiriye.

Rojevakurd/Stenbol

Back to top button