Civak

Pirsa girtina sîyasetvanên Kurda li YE

Ji adara 2009 an heta niha bi sedan sîyasetvanên Kurd, nûnerên dezgehên civakî û mafê mirovan bi destê dewleta Turkiyê hatine girtin û hepis kirin. Dadgehkirina 151 kesan ji wan di 18/10-2010 da li Amedê dest pê dike.

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ê hefteya derbasbû bang li hejmarek bilind ji partiyên li dewletên Yekîtiya Ewropayê-YE (EU) kir ku roja dadgehê li Amedê bin, dadgehê raçav bikin û ji bo zexta li ser Turkiyê zêde bikin, hevdîtinan pêk bihênin. Heta niha li Swêdê 3 partiyan biryara çûna Amedê dane.

CHAK ê, serê hefteyê bi şêweyekî fermî û bi nameyên taybetî ji rêvebirên YE xwest ku li ser pirsê helwêsta xwe diyar bikin û piştgiriya siyasetvanên ji aliyê xelkê hatine hilbijartin û nûnerên dezgehên demokratîk bikin. Li ser pirsê agehdarî ji aliyê cîgirê serokê giştî yê CHAK ê Gabar Çiyan û kordînatorê CHAK ê Azad Heyder ve hate belav kirin:

”Name ji Serokê Yekîtiya Ewropayê Herman Van Rompuy û rêvebirên dema nû li Beljîkayê hatin şandin, ku di nav wan de wezîrê têkiliyên derve û wezîrê edaletê jî heye. Her wisa ji Serokê Komîsyona Ewropayê Jose Barosso jî heman name hatin rê kirin. Me ji wan jî xwest ku bi rêya nûnerên xwe, qonaxa dadgehê ji Amedê raçav bikin û bi rêvebiriyê Turkiyê re biaxifin da ku rejîma Turkiyê reformên pêwîst li ser mafê Kurda yê ziman ûhwd pêk bihêne.”

CHAK- Dokumentation Center & EuroKurd News

Back to top button