Nivîsar

Pîvana bêbextiyê çî ye?

       Bêbextî têgiyekî ligorî ye, bi çi an gorî çi tê pîvan ew ne zelal e. Bêbextî tiştek bê rûmet e, tiştek bêsikûmî ye.Lê mixabin wek benîşt di devê me Kurda de ye, bi hêrs, bi tundî em bêpergal wek gule  di ser hev de di barînin û kesên hemberê xwe bi ‘ bêbextîyê ‘ tawanbar dikin. Mixabin peyva ‘bêbextî’  gelek bi erzanî û bi hêsanî tînin zimên. ‘Îxanet, xayîntî, kewa gozel’ û ‘tirşikçî’ jî hevwateya bêbextî yê tê gotin. Gotina peyvê hêsan e, lê gelek kes bi bêfehmî, bi nezanîn sirf ji bo tawanbarî yê dibêjin, kesahîyan di êşînin xemgîn dikin.

     Pîvana bêbextîyê ger gorî welatperwerî yê  be, gorî  neteweperwerî yê be raste. Ku pîvan bi hêsanî gorî berjewendîyên rêxistina be,  pîvik ew be şaş e   wê çaxê kesê ne bêbext namîne di civakê de ! Di derbarê bêbextîyê de divê pîvanên din jî zimanperwerî, ziman parastin  û gelemperî mafên neteweya Kurd be. Sînorê bêbextîyê ango gorî nirxên netewî tê kifş kirin, pîvan, mîheng  ev e. Mele Mistefa Berzanîyê nemir dibê “ Heçê kesê rihê neteweyî pê re tunebe wê rojek miheqeq bêbextîyê bike “ Mîhenga ‘bêbextî’yê ev gotine bê guman.

     Di dîroka têkoşîna gelê Kurd de gelek mînakên bebextîyê hene, bi neyarên xwe re ketine têkilîyên qirêj û hevkarî kirine bi wan re. Gava mirov wan bûyeran di nav şert û mercên wê demê de bi nirxîne, derdikeve holê ku  sedemên van bêbextîyan jî hene. Bêtifaqî û berjewendîyên kesane, yên rêxistinî  an jî berjewendîyên êşîrî ne. Rihê neteweyî nebe her deman  mimkûne ev bêbextî bêne kirin ! Divê ewil bingeh li ser neteweyatîyê bê saz kirin ku hevalbendî çêbe.

     Ava çema bi dilopek mîzê nayê lewitandin lê mixabin di civaka me de ji van mîzkêran pir kes hene ! Bê wijdanîyê  dikin, bi peyvên tûj û tehl dixwazin kêmasîyên xwe veşêrin ! Ev ne durustî ye, ne jî mirovahî ye. Bêbextîya herî  mezin nedewletbûna Kurda xwestine, zimanê Kurdî negiring dîtin e, statuko parastin e, dagirkirina Kurdistanê pejirandin e.   Rûyê reş nayê paqişkirin û bi ard jî  sipî nabe.

     Ew rêxistinên ku kesên ne ji wan bi bêbextîyê tawanbar kirine ketine binê gunehekî giran. Nikarin hesabê wî bidin. Çimkî li peyê xwe laşên kuştî, zarokên bê bav, çavên bi rondik û jîyanekî bi êş hîştine ! Li ser babetan cûdatîyên hestan, ramanan, dîtin, nêrîn  û nirxandin normal e. Ev ne sedema bi bêbextî tawanbar kirinê ye ! Mafê tu kesî nîne bi tu navî ceza bide û kesî serwindayî  bike. Gelek kes bi vî awayî hatin çal kirin an bin kevir kirin . Çimkî rêxistinên îlegal ne demokratikin û rêznameya  rêxistinê gorî wan di ser her tiştî re ye.

    Mafê hemî Kurdistanîyan heye  li ser doza Kurdayatîyê bi peyivin û gorî ramanên xwe gengeşî yê  bikin. Ji bo serketinê  serê xwe bi êşînin û çareserîya pirsgirêkan bi pêşnîyarên xwe bînin zimên, an têkoşînê bidin ev mafeke pîroz e. Hewce jî nîne bi destur bi peyivin. Lê  hinek kes an rêxistin naxwazin kes bi îradeyeke azad bi fikrekî  serbest tevbigere ! Ev zordarî ye, bi zora ço an bi zora çekan ramanên xwe pozber dikin. Gava neyê pejirandin bi bêbextî yê tawanbar dikin. Divê ev gemarî ji nav me rabe, ewqas berdêl hat dayîn ma êdî ne bes e !

     Rewşenbîr, welatparêz, şoreşger û Kurdperwer ji alîkî ve di bin tehdîdên (gef)  dewletên dagirker de ne, ji alîkî ve jî di bin tometên  bêmafî de ne ! Divê hemû rêxistin, sîyasetvan  dev ji tawanbar kirinên  erzan berdin, bi  rêz û bi zimanekî şêrîn bi tevgerekî demokrat ji bo yekitî û azadî ya netweya Kurd hewl bide. Hevalbendîyekî zexm  bê saz kirin. Bi derewa û bi ne dilsozî pira biratîyê ava nabe !…

13 Kewçêr 2010

Tevger ÇEKDAR

Back to top button