Kultur

Hîroşîmaya Rojhilata Navîn li Tirkiyeyê derket

Li Tirkiyeyê, pirtûka bi navê “Ortdadogu’nun Hiroşimasi Halepçe” (Hîroşîmaya Rojhilata Navîn Helebçe) ya nivîskar Necmettin Salaz hat çapkirin.

Di pirtûka “Hîroşîmaya Rojhilata Navîn Helebçe” de ku hefteya borî ji aliyê Weşanên Rezan ve hat çapkirin, 144 rûpel e û tê de hevpeyvînên digel şaredarê bajrê Helebçe li herêma Kurdistanê Goran Edhem û şahidên komkujiya bajêr hatine weşandin.

Di pirtûkê de her wiha belgeyên derbarê qetilama Helebçeyê de jî hatine weşandin. Di rûpelên dawî yên pirtûkê de jî, nûçe û belgeyên ku AKnewsê derbarê komkujiya bajêr de belav kiriye, hatine weşandin.

Nivîskar Necmettin Salaz, bo AKnewê daxuyakirin, di dema lêkolînê de rastî eleqeyek mezin hatiye û got, dê bi vê pirtûkê beşdarî pêşangeha pirtûkan li Stenbol û bajarên din bibe

Back to top button