Li Îranê teqîn : 18 leşker jiyana xwe ji dest dan

Li herêma Xoramabadê ya li rojhilatê Kurdistanê, di yekîneyekî leşkerî de teqînek pêkhat û di encamê de herî kêm 18 leşkera jiyana xwe ji dest dan û 14 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ajansa nûçeya Farsê , şefê Muhafizên Şoreşê yên eyaleta Loristanê Yadullah Bualî agahdariyek di derhaqa bûyerê de da û got ‘’ Ji ber teqînekî ne diyar 18 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan û 14 jî brîndar bûn ‘’

Bualî da zanîn ku teqîn di 11:00an de û li fermandariya Îmam Aliyê pêkhat û bi carekî ve şewatan gihîşt li ser cebirxana.

Fermandariya Îmam Alî li derûdora herêma Horamabadê ye. Heta niha berpirsyarên leşkerî di derhaqa bûyerê de agahdariyekî fireh nedane.

Nerîna min :