Polîtîk

Zêbarî bi xelata Aşitiyê hat xelat kirin

Duhî roja sêşemiyê 12.10.2010ê li Bajarê Duhokê di merasimekê de ku, nûnerên serokkomarê Îraqê, rawêjkarê serokê herêma Kurdistanê, nûnerê parlamentoya Kurdistanê, sroka rêxistina aştiyê ya cîhanî, hijmareke wezîr û parlamenteran û sefîr û konsolosên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê amadebûn, Babekir Zêbarî serokerkanê arteşa Îraqê ji aliyê rêxistina aşitiyê ya cîhanî bi xelata Aşitiyê hat xelat kirin.

Di merasima xelatkirinê de seroka rêxistina aşityê ya cîhanî peyvek pêşkeş kir û wê got:
– Ev xelat ji Babekir Zêbarî ra hatiye pêşkeş kirin, xelata Aşitiyê û pêkvejiyanê ye. Ji ber ku Zêbarî roleke ber biçav di warê aşityê û pêkvejiyanê de lîstiye ev xelat jê ra hat dan.

Sedî Pîre nûnerê serokkomarê Îraqa federal her bi vê minasebtê got:

– Ev xelata aşitiyê ya ku Babekir Zêbarî wergirtî, ew ji bo hemû gelê Kurdistanê ye. Em gelek serbilind in ku kesatiyekê kurd ev xelat wergirt. Ev xelat bo hemû pêşmergeyên Kurditanê ye. Babekir zêbarî roleke mezin di pêşxistina arteşa Îraqê de lîstiye.

Cume mihemed rawêjkarê serokê herêma Kurdistanê bu vê minasebetê got:

– Me kurdan hertim ji bo aşitiyê xebat kiriye û ev xalta îro ji babekir Zêbarî ra hatiye dan berhemê xebat û tekoşîna wî ye.

Babekir Zêbarî serokerkanê arteşa Îraqê piştî xelat ji destê seroka rêxistina Aştiyê ya cîhanî wergirtî di peyveke kurt de got:

– Ev Xelata aşitiyê ne bi tenê ji bo min e, ew ji bo hemû kurdan e. Barê me zêdetir giran dike û ez soz didim ku ji bo aşitiyê û pêkvejiyanê zêdetir bixebitim.

Di merasimê de filemekî dekumentî li ser jiyan, xebat û çalakiyên Babekir Zêbarî hat nîşandan.

Back to top button