Cîhan

Ahmedê Nejad li Libnanê ye

Serokkomarê Îranê Mahmud Ahmedê Nejad di çarçoweya serlêdana fermiyê de çû Libnanê.

Ahmedê Nejad seat di 09:00ê de gihîşt Libnanê . Serokkomarê Îran ji aliyê parlamenterên Hizbillahê yên hikûmeta yekîtiyê û 2 wezîrên hikûmetê û serokê parlamentoyê Libnanê Nebîh Berriyê ve hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê pêşwaziyê de çend berpirsyarên Balyozxaneya Îranê û bavê serokê berê yê Hizbullahê Îmad Mugniyê jî ku di sala 2008an de hatîbû kuştin amade bûn.

Hate diyarkirin ku Ahmedê Nejad digel serokê Hizbullahê Şêx Hesen Nasrallah û Serokkomarê Libnanê Mîşel Suleyman re di Qesre Baabdayê de têne ba hev.

Ahmedê Nejad ji ber daxwaza Hîzbollahê  ji balafirgehê heta rêya ku digihêjê bajarê ji aliyê hezaran kesî ve hate silavkirin. Ji ber ku Hîzbullah ji xelkê pêşwaziyekî bi vî rengî xwestîbû.

Ahmedê Nejad ji 2005 û vir ve care yekeme ku serlêdana Libnanê dike. Serlêdana serokkomarê Îranê dê 2 roj berdewam bibe.

Back to top button