Polîtîk
Ji bo hukumeta nû ya Iraqê 3 mercên Amerîka
Di vê derbarê de bêjedarê bi navê lîsta Eliraqîye Heyder Molla ragihand, ku cihgirê serokê Amerîka ji bo pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê sê merc danîye û gerek ev mercên han di pêkanîna hukûmeta nû de bihên pêkanîn.
Li gora ku Heyder Molla dide xuyakirin mercên Josef Biden ew in :
1- gerek hukûmeta nû ya Iraqê di bin bandora Îranê de û bi îradeya Îranê nehê pêkanîn.
2- gerek Bizava Sedr di hukûmeta nû de xwedanê roleka aktîv nebe.
3- gerek lîsta Eliraqîye roleka aktîv û bi bandor di hukûmeta nû de hebe.
Bêjadarê lîsta Eliraqîye weha jî da xuyakirin, ku hemû endamên lîsta Eliraqîye li ser wê yekê kok in ku heger Nûrî Malikî hukûmetê pêk bihîne, ew beşdarîyê tê de nekin.