Hemû hevpeyvîna taybeta bi Nêçîrvan Barzanî re

                    
 
Hevpeyvîna Kovar a Gulan li gel Nêçîrvan Barzanî pêkanî:


Gulan:
Xelk dipirsin û dibêjin; gelo Nêçîrvan Barzanî çi dike? Em jî di destpêka evê dîdarê de evê pirsa xelkê dubare dikin û em dipirsin; gelo Nêçîrvan Barzanî çawa bersiva evê pirsê dide?

Nêçîrvan Barzanî:
Di destpêkê de hûn bi xêr hatin. Ez bi evê dîdara bi govara Gulan re şad im. Ewa ku em hemû jî niha pê ve girêdayî ne, xebat û amadekarîya ji bo kongireya 13 a Partî ye. Ev kongireya ku piştî 10 salan dihê sazdan, ji Partî re giring e. Ji ber evê çendê, em hemû girêdayî danîna sistem û programa Partî ne, ku bi evê serdemê re guncayî bin. Berî niha sistem û programa Partî ji bo hinek armnac hatibûn danîn. Bi me weha ye, ku piştî herrifîna rejîmê heta radeyekî mezin ew armanc pêk hatin. Ji bo niha û qonaxa nû û wan guherînên ku ji hemû alîyan ve çê bûne, pêwîst e Partî sistem û programeka nû bidane. Ji ber evê çendê, niha em hemû xwe ji bo sazdana kongireya 13 a Partî amade dikin.

Gulan: Belê pirsa xelkê bêtir û bi taybetî ji we ye û dipirsin; ka ev maweya salekê ye Nêçîrvan Barzanî çi dike? Gelo di evê maweyê de we bêhnvedan dikir  an we kar dikir û hûn di nav ragihandinê de ne xuya bûn?

Nêçîrvan Barzanî: Heger ez bi aşkirayî bersiva te bidim; bê goman e, ku maweyekê piştî damezrandina kabîneya şeşem, min bêhna xwe veda. Belê piştî hîngê – kêm û zêde – min di nav Partî de xebat berdewam kir û ji ber evê yekê jî, ez di nav ragihandinê de ne xuya bûm. Ew nahê ewê wateyê, ku ez bê kar bûm, bi vajîyî evê yekê, ez gelek bi kar bûm, belê dibe ne pêwîst be tu hemû caran di nav ragihandinê de xuya bibî.

Gulan:
We behsa hukûmetê kir, belê dema ku hûnên rêzdar serokê hukûmetê bûn nerînek weh hebû, ku we kêm giringî dida alîyê partayetîyê û we bêtir giringî dida pêşxistin û rêxistina jêrxaneya Kurdistanê. Evê yekê weha kirbû, ku hinek ji partayetîyê dûr bikevin. Gelo hûn niha çawa li ewan pêngavên xwe dinerin?

Nêçîrvan Barzanî: Ez hez dikim, ku bi evî awayî behsa pirsa giringîya ji partayetîyê re bikim. Ez pirs dikim; gelo Partî ya ku xebat kir û qurbanî da, di ber çi de xebat kir û di ber çi de qurbanîyek mezin da? Bê goman e, ku ev xebat û qurbanîdan ji bo pêkanîna hinek destkevtan bû. Gelo ew destkevtana ji kê re ne? bê goman ji evî milletî re ne. Her ji ber evê çendê, gelek rast bû dema min kabîneya pêncema hukûmeta herêma Kurdistanê wergirt, min bi alîkarîya biraderan pîkol kir, ku kabîneya pêncem kabîneyeka yekgirtîya hukûmeta herêma Kurdistanê be. Herweha, da ku em pîkolê bikin, ku jêrxaneyeka aborîya xurt ji Kurdistanê re saz bikin û evana, armancên Partî bûn û Partî jê ne dûr bûye. Çimku xebata Partî ji bo bi destxistina evan armancan bûye û ez jî wek endamekî serkirdayetîya Partî, erkê ser milên min bûye, ku ez evê siyaseta Partî bi rê ve bibim û bi cih bihînim. Heger em li berê vegerin, ji sala 1991 ve û heta sala 2003 siyaseta hukûmeta herêma Kurdistanê bi awayekî giştî û bingehîn weha bû, ku ka ew dê çawa mûçeyên (me`aşên) fermanberan berdest bike û hinek xizmetguzarîyên kêm an zêde – ku tenê ji bo ragirtina rewşê bû – pêşkêş bike. Piştî 2003 dest bi qonaxeka nû bû û divabû em kar ji bo geşkirina jêrxaneya aborîya herêma Kurdistanê bikin. Ev jî qonaxa destpêkê bû, ku tê de budceyeka dîyarkirî ji herêma Kurdistanê re hebû. Ji ber evê çendê, divabû bernameyek bi cih ji bo sazdana jêrxaneya herêma Kurdistanê bihê danîn. Heta kabîneya pêncem bi evî awayî bû. Belê di kabîneya pêncem de ya ku hemû hevalên PDK û YNK tê de wezîr bûn, me hemûyan bi hev re ji bo evan armancan kar kir. Kabîneya şeşem jî – kêm û zêde – berdewamîya ewê bernameyê ye ya ku me di kabîneya pêncem de dest pê kirbû. Me şiya (dikaribû) bingeheka xurt ji jêrxaneya aborîya Kurdistanê re bidanin û dibe, ku di kabîneyên dinên hukûmeta herêma Kurdistanê jî de li pêştir bikevin.

Gulan:
Her di ewê maweyê de ya ku hûn tê de serokê hukûmeta herêma Kurdistanê bûn, pêşkevtinên mezin di biwarê samanên (serwetên) suriştî jî de çê bûn û petrola Kurdistanê eksportî derve bû. Di bareya evê pirsê jî de arêşeyek mezin bi Baxdadê re çê bû. Gelo we çawa şiya serkevtinê bi dest ve bihînin?

Nêçîrvan Barzanî: Em di kabîneya pêncem de li ber du rêyan bûn. An divabû em çaverê bin û bizanin ka dê çi ji alîyê Baxdadê ve bi giştî û ji alîyê wezareta petrola Iraqê ve bi taybetî bi ser me de bihê sepandin û kengî dê qanûna petrolê û gasê ya hukûmeta Iraqê derbikeve, yan jî divabû em di çarçêweyê ewan mafên destûrî de yên ku ji herêma Kurdistanê re hatine dan, hinek biryarên taybetîyên girêdayî herêma Kurdistanê bidin. Em ji bo evê mebestê li destûra Iraqê vegeriyan û hat xuyakirin, ku çend desthilatdarîyên destûrî ji herêma Kurdistanê re hene û me  pêdivê dît, ku em ewan desthilatdarîyan bi kar bihînin û em stiratecîyekê jî bidanin, ku li ser du bingehên serekî bûn. Yekem serxwebûna herêma Kurdistanê ya di biwarê sotemenîyê de bû û duyem bi karanîna ewan mafan bû, ewên ku destûra Iraqê wan daye herêma Kurdistanê. Piştî danîna evê stiratecîyê, me pîkolên bi cih kirin da ku ew pêk bihê. Belê nehez û neyar pirr bûn û heta radeyê (heddê) tawanbarkirinê jî, kelem dikevtin pêşîya wê de. Ji ber evê çendê, bi cihanîna evê stiratecîyê ne hêsan bû. Pêdivê ye ez bi aşkirayî bibêjim; ku ewê demê vên û xweztekeka xurt ji bo bi cihanîna evê stiratecîyê, li nik hukûmeta herêma Kurdistanê hebû. Bê goman e, ku ez şad im ji ber ku em di evî biwarî de serkevtî bûn. Ango; em di biwarê serbixweyîkirina sotemenîyê ji herêma Kurdistanê re û çareserkirina pirsa kehrebayê de serkevtî bûn. Niha jî hukûmeta herêma Kurdistanê dikare wizeyê (energîyê) ji derve re berdest bike. Bi taybetî jî, dikare gasê bişîne Turkiye û Ewropa. Ev siyaseta han jî berdewam e, da ku Kurdistan bikeve nav nexşeya berdestkirina wizeya cîhanê de.

Gulan: We yên rêzdar da nîşandan, ku ewa we kiriye siyaseta Partî bûye û te wek endamekî serkirdayetîyê ew bi cih anîye. Belê gelek caran em dibihîzin, ku awayê karê te awayekî taybetî bûye. Gelo hûn dikarin xalên serekîyên evî awayê taybetî ji Gulan re dîyar bikin? Heta çi radeyî ev awayê han dibe hokarê (faktorê) bêtir çalakkirina Partî?

Nêçîrvan Barzanî: Cudayîya awayê kar di nav her partîyekê de tiştekî suriştî ye. Dibe di nav Partî jî de awayê cuda yê kar hebe. Belê ewa ku di vir de giring e û ez dixwazim wê bidim nîşandan ew e, ku heger cudayî jî di awayê kar de hebûbe, belê siyaseteka yekgirtî û bi vên û xweztekeka yekgirtî, li jêr saya serokatîya serok Mesûd Barzanî pêk hatiye. Ev siyaseta han jî, ji bo pêkanîna ewan armancên dîrokî bûye, ewên ku cenabê serok hemû jîyana xwe jê re terxan kiriye. Di evî çarçêweyî de, dibe ku awa û nerînên cuda yên kar jî hebûbin. Heta ewî radeyî (heddî) ku dihê gotin; fraksiyon û fraksiyonperestî di nav Partî de hene. Belê saloxeya diristbûna Partî bi temamî dûrî evê yekê ye. Di vir de ez hez dikim, ku reyalizmeka nav Partî bidim nîşandan; em di nav Partî de gelek demokratîyane bîr û nerînên xwe dibêjin. Cenabê serok Mesûd Barzanî gelek bi hêsanî bîr û nerînên cuda qebûl dike. Heta ewî radeyî ku karek bihê kirin û bi vajîyê (eksî) bîr û nerînên wî be. Ev ji ber ewê yekê ye, ku wî armancek danîye. Belê ev nahê ewê wateyê, ku fraksiyonperestî heye. Wateya evê yekê ne ew e, ku te bîr û nerînek ji derveyî Partî anîye. Her ji ber evê çendê ez bi aşkirayî dibêjim; ku bîr û nerînên me hemûyan bîr û nerînên Partî ne û hemû jî, li jê r serokatîya serok Mesûd Barzanî ne. Evaya berê jî di nav Partî de hebûye û dê bi berdewamî jî hebe.

PARTÎ Û AYINDEYÊ KARÊ RÊXISTINÎYÊ NAV PARTÎ

Gulan: Di vir de em carek din dixwazin li kongireya Partî vegerin, ji ber ku ev kongireya han niha ji Partî re gelek giring e. Dê ev kongireya han di rewşeka taybetî de bihê sazdan û heger em wê bi rewşa her 12 kongireyên dinên berê  re bidin ber hev, rewşa niha ji hemûyan cudatir e. Gelo we heta çi radeyî xwe ji evê kongireyê re amade kiriye? Dê giringî li nik we di evê kongireyê de ji bo çi be?

Nêçîrvan Barzanî: Wek min berê jî da nîşandan, ku yekem di nav serokatîyê de her ji cenabê serok Barzanî ve û heta endamên polîtburoyê û hemû endamên serokatîyê, em li ser yek xalê hevgirtî ne û ew jî ew e, ku ev partîya han pêdivêyî guherînê û nûbûnê ye. Ez dubare jî dikim, ku serokatîya Partî li ser evê xalê hevdeng e û ti cudayî di vir de nîne. Ez hemû alîyan dilhêsayî dikim, ku ticaran tiştekî weha di nav Partî de nîne û nabe. Belê em hemû hevdeng in, ku ev qonaxa han di dîroka gelê me û Partî de nû ye û divê ew xwe bi her awayekî ji evê qonaxê re amade bike. Di evî çarçêweyî de, ewa ku em gelek tekezîyê li ser dikin ew e, ku gerek pirsa guherînê di nav Partî de ne tenê guherîna dêman (ser û çavan) be, wek çawa hinek mezende (texmîn) dikin. Bi vajîyî evê çendê, ev pirsa han li nik me ne ewqas giring e. Ji ber ku di evê kongireyê de, dê endamên Partî bi xwe di nav kongireyê de biryaran bidin, ka ew dê kê hilbijêrin û kê hilnebijêrin. Mebesta me ew e, ku guherîn di sistem û programa Partî de bihên kirin. Em dixwazin di evê kongireyê de pîkolek mezin bihê kirin, da ku rola jinê di jîyana siyasîya Kurdistanê de aktîvtir bibe. Em dê di evê kongireyê de rê ji gencan re xweş bikin û em dê beşdarîya wan di diristkirina biryarê de berfireh bikin. Êdî ji vir û pê ve em dê bêtir tekezîyê li ser guherîna sistem û programa Partî bikin. Ez dixwazim bidim nîşandan, ku sistema berê ya Partî sistema serdema şoreşê û rewşa ne asayî (ne normal) bû. Heta sistem û programa wê jî her li ser ewê bingehê hatibû danîn. Belê evroj me ew qonax derbas kiriye û beşekî armancên me jî pêk hatine. Em dikarin bibêjin, ku awayekî dinê xebatê pêwîst e. Ango; divê giringîyek bêtir ji jinan û gencan re hebe, divê ew di diristkirina biryarê de beşdar bin û xebata sivîlane li pêş bikeve. Em dixwazin di nav Partî de – ji serî heta binî – hemû hest bikin, ku wan jî bi awayekî serekî rola xwe di diristkirina biryarê de heye. Divê em sistema Partî bi awayekî weha bidanin, ku beşdarîkirin û pêşkêşkirina bîr û nerînan di nav Partî de rohn û aşkira bin.

Gulan:
We da nîşandan, ku sistema berê ya Partî sistemeka şoreşgerî bû. Belê hûn niha dixwazin sistema Partî biguherînin û bikin parteka nav civaka demokratîk. Evaya dihêle ku Partî hinekî dûrî navendîtîyê bikeve û nenavendîtî çê bibe. Hûnên dikarin bêtir ji me re evê çendê bidin xuyakirin?

Nêçîrvan Barzanî: Dê ev jî yek ji ewan xalan be, ewên ku dê Partî di evê kongireyê de biryarê li ser bide. Bê goman e, ku dê kongire hemû biryaran bide. Belê Partî pîkolan dike, da ku di kongireyê de pirsa nenavendîtîyê bi awayekî rêxistî pêk bihê. Yek ji armancan jî ew e, ku hemû desthilatdarî di serokatîyê de nehên komkirin, belê desthilatdarî bihên dabeşkirin û bigihêjin dezgehên binî jî. Xaleka dina giring heye û ji hemûyan re aşkira ye, ku sistema siyasî di Kurdistanê de sistemeka demokratîk e û ya sindoqên dengdaê ye. Sindoqên dengdanê jî pêdivêyî ewê yekê ye, ku giringî ji jîyana rojaneya xelkê re hebe. Ji evroj û pê ve, dê evaya ji Partî re giring be. Berê xebata me ji çend armancan re bû û evroj hinek ji wan pêk hatine û gelek xelkên qehreman jî, ji bo pêkanîna ewan armancan şehîd bûn û xwe kirin qurban. Armanca me ya evroj hatiye guherandin û bûye bi cihanîna demokrasîyê. Armanca me ew e, ku em giringîyê bidin jîyana rojaneya xelkê. Dê ji evroj û pê ve armanca Partî ew be, ka ew dê çawa bikaribe bêtir xizmeta xelkên Kurdistanê bike û dê çawa bikaribe pirsên xizmetguzarîyê, vedîtina derfeta kar û xemên rojaneyên hevwelatîyan pêşkêş bike. Dê evana di nav siyaseta Partî de bi cih bibin û bibin xemên Partî û dê Partî ji bo çareserkirina giriftên xelkê xebatê bike.

Gulan: Tu dikarî weha bibêjî, ku dê ji niha û pê ve ewa ku li nik xelkê giring be dê li nik Partî jî giring be û dê ew bi xwe bibe siyaseta Partî û wan çareser bike?

Nêçîrvan Barzanî: Erê.. em dê ji niha û pê ve wek Partî kar bikin û em dê ewan pirsên girêdayî jîyana rojaneya xelkê bi cih bihînin. Ji ber evê çendê em daxwazê ji endam û alîgirên Partî dikin, ku evaya bername û karê wanê rojane be û guhdarîya pêşinyarên xelkê bikin û guhdarîya gilî û gazindeyên xelkê bikin û evê çendê ji xwe re wek erk bibînin.

Gulan: Niha we li Silêmanîyê liqeka polîtburo vekiriye. Gelo we ev taybetmendîya han tenê daye Silêmanîyê, yan evaya destpêk e û hûn dê serokatîyeka lokal (mehellî) li hemû deverên herêma Kurdistanê bidanin?

Nêçîrvan Barzanî: Di bernameya me de ye, ku em piştî evê kongireyê evan liqan li hemû deverên herêma Kurdistanê bidanin. Ev awayê han ne tenê ji bo Silêmanîyê ye.

Gulan: Çima we di pêşîyê de li Silêmanîyê kir?

Nêçîrvan Barzanî: Me hizir kir em ji bo bi cihanîna evî awayî ji cihekî dest pê bikin. Silêmanîyê yek ji ewan cihan e, ewên ku pêdivê ye Partî giringîyê bidê. Me ji ber evê yekê ji Silêmanîyê dest pê kir.

Gulan: Dûrî hokarên din, hûn rewşa Partî li Silêmanîyê û Germyan çawa dibînin. Gelo hûn jê razî ne yan bernameyek we ji bo çareserkirinê heye?

Nêçîrvan Barzanî:
Silêmanîyê navenda xebatê, rewşenbîrîyê û şoreşgerîyê bûye û roleka wê ya serekî di şoreşa eylûlê û gulanê de hebûye. Ji ber evê çendê, heger em li encamên hilbijartinan binerin, em dê bibînin, ku ew li gel dîroka qurbanîdana Partî ya li devera Silêmanîyê nagunce û hev nagire. Ev jî ewê wateyê dide, ku kêmanî hene. Heta em destê xwe jî nedaynin ser kêmanîyên xwe jî, em nikarin wan çareser bikin. Ango; ji ewê deverê re awayekî dinê nû yê xebatê pêdivê ye. Bernameya me jî heye, belê em di pêşî de dixwazin arêşeyan bibînin û nas bikin. Ewên ku Partî ne û dilê wan hinekî şkestî ye, em dê wan aşt bikin. Em dê pîkolan bikin, ku pêdivêyên binemalên şehîdan berdest bikin. Piştî hîngê, em dê giringîyê bidin ragihandinê, gencan û rewşenbîran.

Gulan: Heger her di çarçêweyê siyaseta Partî de em pirsa ayinde bikin, pirsa federalizmê yek ji pirsên giring e û gerek di evê kongireyê de behsa wê bihê kirin. Dê Partî hilwestê xwe di bareya evê pirsê de çawa dîyar bike?

Nêçîrvan Barzanî: Bi awayekî giştî, armanca me ew e, ku federalizim di Iraqê de bi cih bibe. Em evroj ji bo evê armancê xebatê dikin û federalizim jî, ji bo Iraqa niha bûye pirseka destûrî. Ango; ev pirsa han negirêdayî hizirkirina taybetîya hinekan e, ku bixwazin bi awayekî din nexşeya siyasîya Iraqê bidanin. Em pîkolan dikin di evê qonaxê de – ango di evan çar salên pêş de – ew federalizma ku hemû alîyan rêkevtina wê muhr kirine û destûra Iraqê ya ku ji %80 ji xelkên Iraqê dengê xwe danê, pesend bibe. Divê herêma Kurdistanê jî evê destûrê pêk bihîne û kar jî jê re bike. Wek nerîna mina kesane (şexsî) jî, ez weha nabînim, ku bi cihanîna evê destûra han di Iraqê de girçin (zehmet) be.

Gulan: Heger evaya wek dibêjin plana A be, gelo nabe Partî wek partîyekê ku herdem çarenivîsa milletekî li ser milê wê bûye, heger ev federalizma han bi cih nebû dê plana B jî hebe?

Nêçîrvan Barzanî: Di evê qonaxê de armanca me çesipandina federalizmê û bi cihanîna destûra Iraqê ye. Bi min weha ye, ku gelek zû ye em behsa alternatîvan bikin.

Gulan: Di bareya vegerandina deverên dabirrayî de, ku ev jî pirseka gelek giring e, gelo dê kongire hilwestekî çawa di bareya evê pirsê de nîşan bide?

Nêçîrvan Barzanî: Berî her tiştî heger maddeya 140 wek xwe bihê dîtin, ew maddeyeka destûrî ye û herêma Kurdistanê rijd e (bi israr e) ku divê ev maddeya destûrî bi cih bihê. Belê arêşe di wir de ye, ku dê çawa pîkol bihên kirin da ku nexşeya rê ji bo bi cihanîna evê maddeyê bihê danîn. Bi min weha ye, ku Baxdadê di evî biwarî de gelek sersar bûye. Ji ber evê yekê, divê awayê bi cihanîna maddeya 140 bi xwe bihê guherandin û nexşeyeka nû ji bo bi cihanîna wê bihê danîn. Ango; heger em li ser ewê çendê rijd bin, ku bi hevkarîya Baxdadê qanûna dabeşkirina dahatên petrolê bihê kirin, dê qanûna dabeşkirina dahatên petrolê rê ji bo çareserkirina pirsa kerkûkê û deverên dabirrayî re xweş bike. Heger me ew qanûn hebe, dê pirsa kerkûkê nêzîkî çareserkirinê bibe, ji ber ku pirranîya Ereban û xelkên din jî, nerînek şaş li nik wan heye û weha dibînin, ku em ji ber pirsa petrolê rijdîyê li ser pirsa kerkûkê û deverên dabirrayî dikin. Pirs negirêdayî petrolê ye. Pirs gelek ji petrolê giringtir û mezintir e. Heger pirsa dahatên petrolê hat çareserkirin, dê pirs bibe pirsa ka ev xanî yê min e yan ê te ye. Mebesta min ew e, ku ev pirs ne ewqas mezin e û weha dide nîşandan, ku agendayeka veşartîya kurdan heye û ji ber ewê agendayê, ew daxwaza deverên dabirrayî dikin. Mixabin; heta niha me nedîtiye Baxdadê evê pêngavê bihavêje, da ku ev pirsa han bihê çareserkirin. Ez bi aşkirayî dibêjim, ku pîkolên me yên niha û yên piştî kongire jî, dê ji bo bi cihanîna maddeya 140 bin. Evaya yek ji xalên bernameya fraksiyonên Kurdistanî jî ye û niha guft û go di bareya evê pirsê de hene.

OPOZISIYON Û JÎYANA SIYASÎYA KURDISTANÊ

Gulan: Hebûna opozisiyonê li Kurdistanê dîyardeyeka dina jîyana siyasîya Kurdistanê ye. Gelo hûn çawa li evê dîyardeyê dinerin?

Nêçîrvan Barzanî: Opozisiyon berê jî hebû. Ew ne tiştekî nû ye. Li parliyamentê jî û wek partîya siyasî jî hebû. Ev ji alîyekî ve.. ji alîyê din ve jî, hebûna opozisiyonê li welatên demokratîk dîyardeyeka tendirist e. Desthilatdarî heye û opozisiyon jî heye. Opozisiyon û desthilatdarî hevdu temam dikin û ne dijminên hevdu ne. Heger desthilatdarî weha hizir bike, ku hemû tiştên wê dirist in û bê kêmanî ye, ew şaşîyê dike. Heger opozisiyon jî weha hizir bike û bide xuyakirin, ku her çi tiştê ku desthilatdarî dike hemû reş e û hemû karên wê şaş in, ew jî şaşîyê dike. Opozisiyon û desthilatdarî hevdu temam dikin. Heger ev awayê han li Kurdistanê bihê çesipandin û berdewam be, ez weha dibînim, ku dê bingeha demokrasîyê li Kurdistanê xurt bibe. Dibe em bêtir kar bikin da ku opozisiyon û desthilatdarî bi awayekî berpirsyarane reftarên xwe encam bidin.

Gulan: Gelo Partî dixwaze di ayinde de çawa dan û standinê bi opozisiyonê re bike?

Nêçîrvan Barzanî: Partî pîkolan dike, ku bi hemû alîyan re – opozisiyon û ne opozisiyon – di hukûmetê de beşdar be û peywendîyeka suriştî û asayî hebe. Partî dan û standinê bi hemû alîyên siyasîyên Kurdistanê re dike. Ev siyaseta Partî ye. Her ji ber evê çendê, her ji niha ve siyaseteka baş li gel hemû alîyên siyasî datîne.

Gulan: Rêkevtina stiratecîka navbera PDK û YNK heta çi radeyî pêwîstîyeka evê qonaxê ye û hûn evê yekê çawa dibînin?

Nêçîrvan Barzanî: Ez evê pirsê dikim; gelo evê rêkevtinê çiqasî xizmeta doza siyasîya gelê me kiriye? Ez li ser bingeha evê nerînê, evê rêkevtinê dihilsengînim. Dibe hinekên din bi awayekî din li evê rêkevtinê binerin, belê ev rêkevtina stiratecîka navbera PDK û YNK di qonaxeka weha de hatiye muhrkirin, ku ew qonax bi xwe ji gelê me re giring e. Herweha, destkevtên evê rêkevtinê jî ji herêma Kurdistanê re gelek giring û mezin in. Em niha di qonaxeka veguhêz de ne. Nabe di evê qonaxê de arêşeya navbera PDK û YNK yan jî, arêşeyên navxweyîyên navbera alîyên siyasîyên Kurdistanê, bibin egerê ku ev destkevtên han ji dest biçin. Rewşa niha ya herêma Kurdistanê deleme ye (ne cihgir e) û bi temamî xwe negirtiye. Rêkevtina navbera PDK û YNK hebûna evê reyalizma niha misoger dike. Ji ber evê çendê jî, rêkevtina stiratecîka navbera PDK û YNK di Iraqê de û di herêma Kurdistanê de, wek xwe maye. Divê em evê rêkevtinê wek tiştekî pêwîst bibînin û divê em wê berdewam jî bikin. Ez wek Partî jî dixwazim ji we re bibêjim, ku bîr û nerîna serokatîya Partî ew e, ku dê ev rêkevtina han û hevpeymanîya stiratecîka navbera PDK û YNK berdewam bin. Divê em bihêlin, ku ev hevpeymanîya han a stiratecîk bêtir di nav rêzên PDK û YNK jî de xurt bibe.

Gulan: Em dixwazin ku bizanin, hûn kabîneya şeşema hukûmeta herêma Kurdistanê çawa dibînin?

Nêçîrvan Barzanî: Di bareya kabîneya şeşem de ez dixwazim bibêjim, ku em wek Partî ji erkê xwe dibînin, ku em piştgirîyeka temama evê hukûmetê bikin, da ku di kar û barên xwe de serkevtî be. Siyaseta Partî ew e, ku alîkarî û piştevanîya hukûmeta herêma Kurdistanê bike da ku bi ser bikeve. Ez di bareya evê pirsê de dixwazim weha bibêjim, ku heta niha jî di bareya piştevanîkirina me de ya ji Dr. Berhem Salih re wek serokê wezîrên hukûmeta herêma Kurdistanê, ti tişt nehatiye guherandin. Em weha dibînin, ku ew bernameya heta niha hukûmeta herêma Kurdistanê ji xwe re danîye û kar pê dike, bernameyeka weha ye ku hêjayî piştevanîkirina me hemûyan e, da ku serkevtî be. Serkevtina hukûmeta herêma Kurdistanê û serkevtina Berhem Salih, serkevtina Partî ye û serkevtina me hemûyan e. Em bi evê hukûmetê re alîkar û hevkarên yekem in, ji ber ku em weha dibînin, ku evaya hukûmeta hemû Kurdistanê ye.

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL Û MEDIYAYA AZAD A KURDISTANÊ

Gulan: Hûn asoyê demokrasîyê li Kurdistanê çawa dibînin?

Nêçîrvan Barzanî: Demokrasî ne weha ye, ku tu wê diyarîyî xelkê bikî û bibêjî; fermo evaya demokrasî ye û pêşkêşî te ye. Demokrasî di ti welatekî cîhanê de di navbera şevekê û rojekê de dirist nabe. Demokrasî di her civakekê de, praktîzekirina jîyana rojane ye. Divê amadekarîyek di nav civakê de hebe, da ku pêngavên ber bi demokrasîyê ve bihên havêjtin. Heger niha pirs ji me bihê kirin ka ev demokrasîya ku niha li Kurdistanê heye kêmanî tê de heye yan nîne? Ez dê bersivê bidim û bibêjim, ku belê kêmanî tê de hene. Ez gelek bi asanî jî li evan kêmanîyan dinerim. Heger hinek demokrasîya me û demokrasîya rojava beramberî hevdu bikin, ew şaşîyek mezin e. Ji ber ku civaka kurdî û civaka rojavayî ji hevdu cuda ne. Pirs ew e, ku civaka rojava di nav çend salan de gihijt qonaxa xwe ya niha? Bê goman e, ku civakên rojava sedên salan derbas kirin, heta ku gihijtin evê qonaxa xwe ya niha. Paşê jî, wan dewletên xwe hebûn û hukûmetên xwe hebûn û wan dewletdarî dikirin. Belê ewa ku em niha li Kurdistanê dibînin, di biwarê demokrasîyê de destpêkeka gelek nû ye. Heta ku demokrasî bi temamî li evî welatî bi cih bibe, maweyeka dûr û dirêj pêdivê ye. Belê ya giring ew e, ku hemû pêkhatên Kurdistanê, bi partîyên siyasî û rêxistinên xwe yên sivîl ve, di bareya ewê çendê de hevgirtî ne, ku divê em hemû ji bo xurtkirin û bi cihkirina demokrasîyê di evî welatî de pîkolan bikin.

Gulan: Di bareya mediyaya Kurdistanê de niha nerînên weha hene û weha dihê dîtin, ku bi xerabî sûd (fayde) ji qanûna rojnamevanîyê dihê wegirtin û divê ev qanûna han bi awayekî weha bihê serrastkirin, ku rewşa rojnamevanîyê li Kurdistanê pê bihê rêxistin. Nerînek din jî heye û weha dihê dîtin, ku destkarîya di evê qanûnê de dê peşêmanbûnê di biwarê azadîya rojnamevanî de çê bike. Hûn çi di bareya evan herdu nerînan de dibêjin?

Nêçîrvan Barzanî:
Berî her tiştî, azadîya rojnamevanî li Kurdistanê heye. Belê ev nahê ewê wateyê, ku hinek azad in û hinek jî ne azad in. Ez bawer dikim, ku mediya li Kurdistanê azad e. Arêşeya (problema) ku heye di bareya berpirsyarîyê û reftarkirinê de ye. Di evî çarçêweyî de ez dikarim bibêjim, ku rojnamevanî li Kurdistanê di rewşeka ne asayî (ne normal) re derbas dibe û ev jî pêdivêyî du tiştan e:

1-    Pêdivê ye ku rojnamevanên me bêtir xolên (korsên) rahînankirinê ji wan re bihên vekirin.

2-    Pêdivê ye ku ew bi awayekî berpirsyarane reftaran bikin.

Ango; ji erkê hemû mediyakaran e, ku bi hûrbînî rewşa niha ya Kurdistanê û destkevtên ku bi dest ve hatine li ber çav bigirin. Gerek ew ji erkê xwe yê niştimanî û demokratîk bibînin û agahdar jî bin, ku ragirtina evan du erkan û taybetmendîyên Kurdistanê, pêşkevtin û çarenivîsa me hemûyan bi wan ve girêdayî ye, ku bê goman e ji gelek alîyan ve gef lê dihên kirin. Ez weha dibînim, ku bi diyalogeka hêmin a navbera rojnamevanan û desthilatdarîyê, em dikarin çareyekê vebibînin, ku bi ti awayî azadîya rojnamevanî li Kurdistanê nehê binpêkirin û di heman demê jî de, hevsengîya erkan bihê paraztin, da ku ji hemû alîyan re aşkira bibe, ku Partî bi ti awayî naxwaze xwe ji ber pirsa azadîya rojnamevanî bide alî. Cenabê serok Mesûd Barzanî li angora bawerîya wî ya bi azadîya rojnamevanî jî, qanûna rojnamevanîyê ya herêma Kurdistanê muhr kir. Ango; pirs ne ew e, ka em prensîpên azadîya rojnamevanî qebûl dikin yan em wan qebûl nakin. Ev pirsa han vebirr bûye û serok Barzanî muhr kiriye û bi temamî jî bawerîya wî pê dihê. Belê niha rewşa madiyayê pêdivêyî rêxistinê ye û ev jî, dê bi diyalogê, hevtêgihînê, pêkanîna binemayên qanûnî û azadîyê pêk bihê.

HERÊMA KURDISTANÊ, IRAQÊ Û DEWLETÊN HERÊMÎ

Gulan:
Me bêjedana te bihîzt û me nas kir, ku tu bi kandîdkirina Nûrî Malikî şad bûbû. Ev jî pêngavek bû da ku hukûmeta nû ya Iraqê zû pêk bihê. Gelo kurd çawa beşdarîyê di prosesa siyasî de dike û bîr û nerînên we di evê bareyê de çawa ne?

Nêçîrvan Barzanî: Şandeyeka herêma Kurdistanê ya dan û standinê heye û ji hemû fraksiyonên Kurdistanî pêkhatî ye. Rê jê re hatiye vekirin, ku ew guft û goyan bi alîyên siyasîyên Iraqî re li Baxdadê bike. Arêşeya me ya bi Baxdadê re ne arêşeya fraksiyoneka siyasî ye, belê arêşeya gel û doza milletekî ye. Hemû doz û daxwazên şandeya Kurdistanî li ber destên alîyên siyasîyên Iraqî hatine danîn. Em dîsan jî tekez dikin, ku her alîyekî siyasî bersivek baş di bareya daxwazên kurdan de bide, em dê bi ewî alîyî re hevpeymanîyê bikin.

Gulan: Ango ew alî kes bin an alîyên siyasî bin?

Nêçîrvan Barzanî: Erê.. bernameyek me heye û em li angora ewê bernameyê û ewan daxwazîyan, kevtine nav guft û goyan de. Her alîyekî siyasîyê Iraqî amade be ku daxwazên herêma Kurdistanê pêk bihîne, em dê bi ewî alîyî re hevpeyman bin. Di dawî jî de, biryara di bareya evê pirsê de girêdayî evê şandeyê ye ya ku ji bo dan û standinê rê jê re hatiye vekirin. Ev şandeya han a fraksiyonên Kurdistanî ya ku niha gelek bi cih li Baxdadê guft û goyan bi hemû alîyan re encam dide, ji bo ewê çendê ye da ku hemû ew pirsana yekalî bibin.

Gulan:
Weha dibêjin, ku Nûrî Malikî amade bûye, her 19 xalan pesend bike û guft û goyê jî, li ser hemû daxwazên kurdan bike. Gelo ev weha dide nasandin, ku em ji alîyên din bêtir nêzîkî Nûrî Malikî ne?

Nêçîrvan Barzanî: Ewa ku mirov pê şad dibe ew e, ku hemû alî guft û goyan bi hev re dikin. Guft û go li ser pirsên hûr jî dihên kirin. Pirs ne  ew e, ku alîyek bi dev razîbûna xwe di bareya her 19 xalên fraksiyonên Kurdistanî de nîşan bide. Niha pirs li ser pêkanîna rêkevtinê ye. Ev jî diyalogek berfireh jê re pêdivê ye. Ji ber evê çendê, em şad in ji ber ku hemû alî guft û goyan bi şandeya Kurdistanî re dikin. Ango; li ser pirsên hûr û hemû xalan guft û go dihên kirin. Ewa ku dimîne ew pirs e, ka kî bêtir nêzîkî me ye. Bila em bibêjin, ku cenabê serokê wezîran Nûrî Malikî û fraksiyona xwe, pêşîne razîbûna xwe ragihandine, belê ji evê yekê re şirovekirin û dan û standinên bêtir pêdivê ne. Ez hemû caran dibêjim, ku ciwantirîn tişt dan û standin e. Pirsa me jî dan û standina bi Baxdadê re ye, ku pêdivêyî belgenameyan e. Ew pirsên hûr jî kar û mandûbûnek (westiyanek) mezin jê re divê û ez bawer nakim, ku em dikarin weha bibêjin; ku em dê bigihêjin encamekê.

Gulan: Hûn weha nabînin, ku piştî evê nêzîkbûna Nûrî Malikî, alîyên din jî dîsan serdana Kurdistanê bikin û guft û goyan li ser ewan 19 xalan bikin?

Nêçîrvan Barzanî: Hemû alîyên siyasî daxwaza dan û standinan kirine. Em pêşbînî jî dikin, ku di ayindeyekî (paşerojeka) nêzîk de Eliraqîyye û pêkhatên xwe jî, ji bo guft û goyên bi cenabê serok Barzanî re, serdana herêma Kurdistanê bikin.

Gulan:
Ji alîyekî din ve, peywendîyên herêma Kurdistanê yên herêmî û bi taybetî jî, yên bi Turkiye û Îranê re hene. Heta niha şiyan hebûye, ku peywendîyên navbera herêmê û cîranan gelek baş bin. Niha astê evan peywendîyan çawa ye?

Nêçîrvan Barzanî: Siyaseta hebûna peywendîyên baş bi cîranên me re, ji karên herî serekîyên kabîneya pêncema hukûmeta herêma Kurdistanê bû û serok Mesûd Barzanî bi berdewamî, tekezî li ser pêwîstîya hebûna wan kiriye. Pêwîst e peywendîyên herêma Kurdistanê li ser bingeha rêzgirtinê û berjewendîyên hevpişk bin û gelek baş bin. Niha jî ev siyaseta han berdewam e. Heger em li demên derbasbûyî binerin, ti kesan bawer nedikir peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Turkiye bigihêjin evî astê niha. Rewşa aloza salên berê hat derbaskirin û gihijt astekî weha, ku Turkiye bi awayekî fermî cenabê serokê herêma Kurdistanê daxwazî Turkiye bike û ev jî guherînek mezin e.

Gulan:
Ev guherîna han çawa pêk hat?

Nêçîrvan Barzanî: Dema ku alozîya navbera herêma Kurdistanê û Turkiye peyda bû û mezin bû, hukûmeta herêma Kurdistanê li ber ronahîya rênîşandana cenabê serok Barzanî, bernameyek ji bo rêvebirina evê arêşeyê danî. Heger ne weha jî baya, rewş  hêwir nedibû. Hûn dizanin hîngê girifta me bi Turkiye re çi bû? Girifta me bi Turkiye re ew bû, ku navê herêma Kurdistanê bi Turkiye nexweş dihat û behane li ser alaya herêma Kurdistanê hebû. Hîngê, me bi hêminî û dûrî kamerayan, dest bi guft û goyeka hêmin kir. Me tekezî li ser xalên xwe yên hevpişk ne yên dij kir. Ji ewê rojê ve pêşkevtinek mezin di peywendîyên navbera me û Turkiye de dest pê bû. Ji bo me, Turkiye ji hemû alîyan ve giring e û ew dergehê herêma Kurdistanê yê ber bi rojava ve ye. Di biwarê siyasî û aborî jî de Turkiye giringîyeka xwe ya taybetî heye. Ev stiratecîya ku weha hat damezrandin, evroj guherînek mezin jê çê bûye. Ew şeref ji min re tê de hebû, ku ez di prosesa hêwirkirina rewşa navbera Herêma Kurdistanê û Turkiye de beşdar bûm. Berhema wê jî ew bû, ku hevtêgihînek hevpişk jê çê bû.

Gulan:
Asayîbûna (normalbûna) peywendîyên navbera herêma Kurdistanê û Turkiye, ti bandorek li siyaseta vebûna demokratîk a Turkiye ya di bareya pirsa kurd de kir? Rola we ya di evî biwarî de çi ye?

Nêçîrvan Barzanî:

Yekem: ez dixwazim weha bibêjim, ku pirsa kurd pirseka siyaysî ye û girêdayî milletê kurd e.

Duyem: nerîna me weha ye, ku divê pirsa kurd di çarçêweyê ewan welatan de bihê çareserkirin, ew welatên ku kurd di nav wan de ne.

Sêyem: ji bo ku pirsa kurd aştîyane li Turkiye bihê çareserkirin – wek çawa gelek caran cenabê serok Barzanî tekezî li ser kiriye – em amade ne ku roleka pozetîv bibînin. Heger herdu alî rola me pêdivê bibînin, dê rola me ji bo çareserkirina evê pirsê alîkar be û bi evê boneyê (munasebetê) jî, ez tekezîyê li ser evî prensîpê han dikim.

Gulan: Hûn weha nabînin, ku gerek Turk û Kurd hizira xwe ya di bareya aştîyê jî de biguherînin? Çimku herdu alî jî, bi dijwarî hizir dikin. Hûn evê carê bi agirbesta PKK şad bûn. Hûn di evê bareyê de çi dibêjin?

Nêçîrvan Barzanî: Divê em hinek caran reyalîst bin û weha jî li pirsan binerin. Ev pirsa han 70-80 salan maye û Turkiye nikare hebûna milletekî mezin wek milletê kurd mandila (inkar) bike, ku di nav Turkiye de dijî. Ew dema han nema. Alîyê din jî nikare bi xebata çekdarî armancên xwe bi dest ve bihîne. Divê herdu alî nas bikin, ku ne Kurd dikare armancên xwe bi çek pêk bihîne û ne Turkiye jî, dikare bi mandilakirina milletekî mezinê wek milletê kurd evê pirsê çareser bike. Em bi xwe dixwazin evan herdu nerînan nêzîkî hevdu bikin. Pirsa PKK bi rêya leşkerî nahê çareserkirin. Ezmona evan çend salên derbasbûyî ji Turkiye re da xuyakirin, ku heger ev pirsa han bi çek bihata çareserkirin, dê di evan sê salên derbasbûyî de bihata çareserkirin. Evê ezmonê da xuyakirin, ku pirsa kurd bi çek nahê çareserkirin. Gerek PKK jî nas bike, ku bi kujtina çar leşkerên Turkiye ew nikare armancên xwe pêk bihîne. Ango; di encam de divê guft û go hebin. Heger Turkiye jî weha bawer bike, ku ew dê bi dûrxistina PKK evê pirsê çareser bike, ew dê şaşîyê bike. Dûrxistina PKK ji prosesa siyasîya Turkiye, pirsa Kurd û Turkiye û PKK çareser nake. Divê rola PKK jî di evî biwarî de hebe û ew bihê naskirin û mizgotin pê re bihê kirin. Divê em reyalîtîk hizir bikin. Evaya ji bo çareserîyê kurttirîn rê ye. Divê di nav Turkiye bi xwe de gelek bi cih û kûr hizir bihê kirin û PKK jî bi awayekî hoşmendane reftaran bike. Em berê dilgiran bûn, ku PKK dest bi şerr kir. Belê em şad jî bûn, ku wê agirbest ragihand. Em hêvîdar in, ku ev agirbesta niha agirbesteka berdewam be.

Gulan: Wek nerîna kesane ya cenabê we, amadekarîya serokê wezîrên Turkiye Receb Teyib Erdogan a di evê bareyê de çawa ye?

Nêçîrvan Barzanî: Divê em li ewan karan binerin, ewên ku cenabê serokê wezîrên Turkiye wan encam daye. Behsa ewê yekê neke, ka serokê wezîran baş e yan xerab e. Tu li karên wî binere û bizane ka di evê maweyê de çi kiriye. Gelo ew siyaset û vebûna heyî û ew dergehên ku niha li ber kurdan vekirî ne, berî hatina Erdogan hebûn? Bila em pirsê ji xwe bikin; gelo kesekî  bîra ewê yekê dibir, ku rojekê ji rojan partîyek li Turkiye desthilatdarîyê werbigire û pîkolan bike, da ku çend maddeyên destûra Turkiye biguherîne û bi kirdar jî biguherîne? Evaya ji Turkan re tiştekî gelek mezin bû. Gelo evana ji pirsa kurd re û ji demokrasîyê jî re tiştinî biçûk in? Ez mezende (texmîn) dikim, ku evana karinî mezin in. Em weha dibînin, ku evana destpêka guherînên mezin in. Em hêvîdar in, ku ev prosesa han a ku li ser destê serokê wezîrên Turkiye çê bûye, her ewqas tenê nebe. Bila evaya pêngava yekem be. Li angora nerîna me û li angora gotinên serokê wezîrên Turkiye, evaya pêngava yekem e û dê piştî hilbijartinan, pêngavên bi cihtir bihên havêjtin û em di evê bareyê de dilhêsayî ne.

PIRSÊN GIŞTÎ

Gulan: Şehîdê herdem zîndû Idrîs Barzanî, çi bandorek li te kiriye?

Nêçîrvan Barzanî: Bê goman e, ku ew bavê min e û bandorek mezin li min hebûye. Belê dema ku bavê min koçbarîya dawî kir, ez gelek genc bûm û ew jî bi gencî koçbarîya dawî kir. Bi rastî temen (emir) rê neda, ku em bêtir ji ewê dibistanê fêr bibin. Belê ji bilî bavîtîyê, wî wek kes jî – hîngê û heta niha jî –bandora xwe li min hebûye.

Gulan: Piştî ku şehîdê herdem zîndû Idrîs Barzanî em hemû bi cih hêlan, cenabê serok Barzanî heta çi rade şiya ewê valayîyê tije bike?

Nêçîrvan Barzanî: Ez dê bi nimûneyekê behsa evê pirsê bikim.. carekê em hersê rûniştibûn.. ez bûm, cenabê serok Mesûd Barzanî bû û Xweda jê razî bavê min bû.. bavê min dê biçûba cihekî û ji min pirs kir; tu dê bi min re biçî yan bi mamê xwe re biçî? Min got: welle ez dê bi mamê xwe re biçim. Êdî berê xwe da serok Mesûd Barzanî û got: birayê min, evaya navê min wek bav lê ye, belê heger hilbijartin di navbera min û te de bihê kirin, ez bi dilhêsayîbûn ve ji te re dibêjim, ku ew dê te, ne min hilbijêre. Peywendîya mina bi Mesûd Barzanî re, ne tenê wek mam e, belê wek kes jî û wek mirov jî, ez gelek jê hez dikim. Paşê wek serkirde jî, bawerîya min bi bîr û nerînên evî serkirdeyî hebûye, ku li jêr ala û sîbera wî kar bikim. Wek mam jî, di biwarê hezkirinê de ez dikarim weha bibêjim, ku wî ew valayî tije kiriye û bêtir jî tije kiriye. Ji ber evê çendê, peywendîya mina bi Mesûd Barzanî re ji sê alîyan ve ye.. peywendîya mam û biraza ye, peywendîya kesekî bi serkirdeyekî re ye, ku bawerîya wî bi ewî serkirdeyî heye û wek mirov jî ez gelek jê hez dikim.

Gulan: Em hez dikin nerînên te yên siyasîyên dema gencîtîyê nas bikin û gelo bandora bîr û nerînên şehîdê herdem zîndû Idrîs Barzanî li ser ewan nerînên te çawa bûne?

Nêçîrvan Barzanî: Bila ez bi aşkirayî bibêjim.. dema ez genc bûm, hinek biraderên min hebûn û xwedîyên nerînên çep bûn. Ji ewan biraderan jî, Xweda jê razî Hacî Ebdurrehman ê ku şehîd bû, Niyaz Lacanî yê ku niha rêvebirê kanala ZagrosTV ye û Xoşewî Mela Ibrahîm bû yê ku niha li Mosko ye. Min perrtûkên li ser hizira çep jî gelek dixwend. Belê rastîyek heye û ez dixwazim bibêjim, ku bavê min ne bi ewan nerînan re bû. Belê wî gengeşe bi min re dikir û pîkol dikir, ku bi min bide famkirin ku ev nerînên han ne rast in. Ji bo ku ez nekevim bin bandora ewê nerîna çep jî de, du kes rasipart da ku bi min re bin. Ew jî yek ji wan şehîd Fettah Axa bû û ewê din jî, şehîd Franso Herîrî bû. Hinek caran şehîd Franso Herîrî çavdêrîya min di evî biwarî de dikir. Wek nimûne jî; ku em dirûniştin û me kombûn saz dida, ew jî dihat û amade dibû, da ku bizane ka em çi dikin. Ji bilî evê çendê, me herdem gengeşeyên hizirî dikir û min pirs ji bavê xwe dikir.

Gulan: Niha xelk Nêçîrvan Barzanî wek serkirdeyekî genc didin nîşandan. Ku ji te re dibêjin serkirdeyê genc tu hest bi çi dikî?

Nêçîrvan Barzanî: Ez weha dibînim, ku êdî ez ji ewê çendê derkevtime û pîr bûme. Şerefek mezin e jî, heger ji ber dêmên min weha dibêjin. Ez spasîya wan dikim. Heger ji ber ewê yekê jî weha dibêjin, ku bîr û nerînên min gencane ne, êdî ne ez tenê weha me. Hinek kes di serokatîya me de hene û pîr in jî, belê heta niha jî nerînên wan ên gencan e. Ez jî yek ji wan im û bawerîya min weha ye, ku pirsa gencîtîyê niştimanperwerî ye. Divê genc destkevtên Kurdistanê û rewşa niha ya herêma Kurdistanê biparêzin û herdem pîkolan bikin, ku wan ber bi pêş ve jî bibin. Ji bo ku em bi ser kêmanîyan de zal bibin, em pêdivêyî piştgirîya gelê Kurdistanê û gencan e.

Gulan: Hokarê evê gencîtîya te ne ew e, ku tu herdem werzişê dikî?

Nêçîrvan Barzanî:
Ez ne weha jî pîr im.. belê ez werzişê dikim. Rahînerekî werzişîyê min jî heye û ez serê sibehan bi berdewamî werzişê dikim. Ez herdem dixwazim bi çiyayan ve hilkişim û min gelek caran xweztiye, ku ez çend şevan li deverên çiyayî bimînim. Niha ez lîztina tenesê jî dikim.

Gulan:
Xelk weha dibêjin, ku Nêçîrvan Barzanî di kar û barên siyasî û rêvebirîyê de biryarên zû û wêrek dide. Te heta çi radeyî sûd ji ewê zûbûnê û wêrekîyê dîtiye û heta çi radeyî tu lê peşêmanî?

Nêçîrvan Barzanî: Ew mirovê ku kar neke şaşîyên wî jî nabin. Heta ez dikarim, ez biryaran bi şîretkarî û bi vexwendin didim. Ne ku biryareka zû didim û paşê jî arêşe jê dirist bibin. Min hinek caran biryarên zû daye. Ew biryarên han hinek caran şaş bûne û hinek caran jî rast bûne. Ewên şaş ez li wan peşêman im û ewên rast jî, ez bi wan şad im.

Gulan: Em dixwazin nas bikin, ka çend zarokên te hene û tu çawa giringîyê dide wan?

Nêçîrvan Barzanî: Çar zarokên min hene.. du kurr in û du kiç in. Kurrê minê mezin navê wî Idrîs e û ew bi navê bavê min e. Bi rastî serok Mesûd Barzanî ev nav lê kir. Kiça min navê wê Ranya ye, ku dergeha serhildanê ye. Piştî wê kurrekî min bi navê Çiyavan heye û min bi xwe ev nav lê kir, da ku navê wî nêzîkî navê min be. Piştî wî kiçeka min a din heye û navê wê Maya ye. Ev herduyana biçûk in.. du salî û sê salî ne, belê ewên din mezin in û 12 salî û 13 salî ne. Belê ewê 13 salî ku tu jê re bibêjî tu 13 salî ye, ew dê yekser li te vegerîne û bibêje; ez 14 salî me. Bi tevî ku ez bi kar ve girêdayî me, belê ez bi wan re jî dibim. Bi taybetî yên biçûk gelek nêzîkî min in. Ez ji gelek alîyan ve alîkarîya dayika wan dikim. Ez bi wan re dipeyivim, kar bi wan re dikim û pîkolê dikim, ku alîkarîyê bi wan re bikim.

 

PNA

Nerîna min :