Pîrozbahiyek ji bo Nêçîrvan Barzanî
Rêzdar Nêçîrvan Berzanî
Serokwezîrê KURDISTANÊ
HEWLÊR-KURDISTAN
Bêguman bi hilbijartina cenabê te ji bo serokwezîrtiya Kurdistanê di kabîneya Heftemîn de, dilê pir kurdên jar û belengaz şad kiriye. Herweha hêvî û daxwazên bi milyonan kurdên bindest, kar û xebatên hikûmeta cenabê te bi dilxweşî û şadîmanî ji bo ruhnkirin û çareserkirina gelş û vîna wan a giran e.
Hêvîdar im ji Yezdanê dilovan ku keştiya bextê te, desthelatî û balabilindiya Alaya te, ji bextreş û dilreş û zikreş û nahezên neteweyê te averê bin.
Herweha dîsa hêvîdar im ku ew bîrûbaweriya bapîrê mezin, xwe di nêv dinyaya medenî de bi awayekî fermî niştecih bike û bibe rêber ji bo azadiya hemî bindest û belengazên wek neteweyê tê.
Xwedayê mezin wê hêvî û vîna heyî her biparêze û hemû endamên neteweyê te şad, azad û bextewer bike.
Silav û rêz, di binê êminatiya Xwedayê mezin de her paristî û aram li jiyanê berdewam bin…
Zeynelabidin Zinar
nivîskar/lêkolîner
[email protected]