Serokê hukumetê pêşwaziya Elawî kir

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de Eyad Elawî li ser navê xwe û lîsteya xwe bi minasebeta destbikar bûna birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokwezîrê Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de behsa rewşa Deverê, Kurdistan û Îraqê jî hate kirine.

Her dû alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê bi rêya diyalog û danûstandinan kirin û Eyad Elawî jî di warê çareser kirina kêşeyên heyî yên li Îraqê de dilxweşiya xwe ya li hember rola Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir û ragihand ku, Serokwezîrê Kurdistanê bi vê rola xwe ya girîng dikare faktereke gelek girîng be bo ser xistina prosesa siyasiya Îraqê.(KTV)

Nerîna min :